Serrûpel Nûçe Kiryara vî mamostayê Kurd li dinyayê deng da

Kiryara vî mamostayê Kurd li dinyayê deng da

Belav bike

Dinya, mahanê 8 salî bi ketina nexweşiya navê wê hêj nayê zanîn û hemî porê wî weşiya û sere wî rût bû; dema ku  mamosteyê wî Elî Mihammed Mihammedîan porê xwe ji bo wî rût kir, nas kir.Niha Almanya û Tehran ji bo ji Mahan re alîkariyê bikin dest û zenden xwe badan.

Ji Çehvê Mamoste Ne Filitî

Mahan, kurê  malbatek karker ê Kurd e. Çend meh berê ji nişkavê ve kêm kir, lewaz bû û ji ya xwe ket.Bijîşkên li bajarê Marîvanê, sedema vê Nexweşiya kambax nekarîn bibinin, ji ber ku malbata Mahan, hemî derfetên xwe ji birayê wî Darja bi kar anîn;  dermankirinek bi hûrgilî nekarîn bidin çêkirin.Malbata wî dîsa jî Mahanê ku sedema nexweşiya wî ne hat dîtin, rê kir dibistanê.Rewşa Mahan, li dibistana seretayî ya Scheich-Schaltut ji çehvê mamosteyê wî Elî Mihammed Mihammedîan ne filitî.Rûyê Mahan nakeniya û her ku diçû dersen wî xirabtir dibûn.

  Destpêkê Mamoste Paşê Hemî Pol

Ji ber serê Mahan rût bû, birîn û bandaj bi rûyê wî ve bûn ,hevalên wî yên li polê tinazê xwe pê kirin. Mahn jî ji vê rewşê şerm dikir. Ev rewş Mamosteyê wî gelek bandordar kir û xemgîn kir.Li ser vê yekê mamoste Elî Mihammed Mihammedîan serê xwe da jilete, rût kir û bi vî rengî hat dibistanê.Bi vî awayî mamosteyê wî xwest ku hêstên xwe jê re parve bike û nîşanî Mahan bike. Wêneya işand jî xist malperek civakî ya parvekirinê. Ev lebata mamoste ya watedar di demek kurt de deng veda. Bi sedan telefon, maîl û peyam wergirt. Pişt re jî hemî hevalên Mahan ên li polê serên xwe ji bo Mahn rût kirin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî jî bi Mahan re Eleqedar bû û diyar kir ku Mamoste Elî Mihammed mamosteyê salê ye. xeberên kurdî