Serrûpel Nûçe 2 keçên ji Qamişlo li Musilê hatine kuştin

2 keçên ji Qamişlo li Musilê hatine kuştin

Belav bike
Berdevkê polîsan li Hewlêrê Karwan Ebdulkerim ragihand ku ew her du keç ji aliyê grûpeke çekdar ve li Musilê hatibûne kuştin.

Ebdulkerim got laşên wan li ser riyê li Musilê hatine dîtin.

Li gora berdevkê polîsan temenê wan derdora 20 salî bûn û ew ji Qamişlo bûn, ew li Hewlêrê li Taxa Xebat dijiyan.

Yek ji wan bi 4 gulleyan di ser û sînga xwe de, ya din jî bi 6 gulleyan hatibû kuştin.

AVESTA KURD