Serrûpel Nûçe Ji kîjan welatî li Sûriyê şer dikin? (Lîste)

Ji kîjan welatî li Sûriyê şer dikin? (Lîste)

Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê, SANA û hinek malperên erebî, li gorî lêkolîneke navdewletî derketiye holê ku Tirkiye di rêza pêncem a welatên ku çekdar û “terorîstan” dişînin Sûriyê de cîh digire.

Li gorî nûçeyê, Tirkiyê ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha 5 hezar û 600 kes şandiye wî welatî ku hezar û 946 kes ji wan hatine kuştin.

Di nûçeyê de hat gotin ku di nav kesên ku ji Tirkiyê çûne Sûriyê, 247 tirk hebûne ku di nav wan de efser, nîşangir û serbazên normal jî hebûne.

Li gorî agahiyên SANAyê, li Sûriyê 14 hezar çekdarên çeçenî hene ku ji Çeçenîstanê derbasî Sûriyê bûne, ji wan çekdaran 3 hezar û 671 kes hatine kuştin û hezar û 395 kes jî wenda ne. Di rêza duyem de Erebistana Siûdî cîh digire ku 12 hezar çekdarên wê li Sûriyê li dijî rêjîmê şer dikin ku nêzîkî 4 hezar ji wan hatine kuştin û nêzîkî 2600 kes jî wenda ne.

Iraq di rêza sêyemîn a welatên ku çekdar şandine şerê Sûriyê de cîh digire, çimkî li 11 çekdarên iraqî li Sûriyê şer dikin ku nêzîkî 2800 kes ji wan hatine kuştin û nêzîkî 700 kes jî wenda ne.

Di rêza çaremîn de jî Libnan tê ku 9 hezar çekdarên libnanî li Sûriyê hene û ji wan nêzîkî 2900 kes hatine kuştin.

Li pey Tirkiyê, Filistîn tê ku 5 hezar çekdarên wê li Sûriyê şer dikin ku nêzîkî 2000 jê hatine kuştin û hinek jî wenda ne.

Di rêza heftem de, Lîbya cîh digire ku 4 hezar û 400 çekdarên wî welatî li Sûriyê şer dikin û nêzîkî 2900 kes jê hatine kuştin û nêzîkî 800 kes jî wenda ne.

Li gorî wê raportê, 4 hezar çekdarên Tûnisî jî li Sûriyê li dijî rêjîmê şer dikin ku nêzîkî 1300 ji wan hatine kuştin û di nav kuştiyan de 18 jin jî hene.

Di rêza nehemîn de Misir tê ku 2600 çekdarên wî welatî li Sûriyê şer dikin û nêzîkî 1900 kes ji wan hatine kuştin û 640 jî wenda ne.

Li gorî SANAyê, Ordinê jî nêzîkî 2400 çekdar şandiye Sûriyê ku nêzîkî 1600 jê hatine kuştin û nêzîkî 50 jî wenda ne. (Rûdaw)

Tê gotin, Iraq di rêza sêyemîn a welatên ku çekdarên wan Sûriyê li hene de cîh digire, Çeçenîstan di rêza yekemîn, Erebistana Siûdî di rêza duyemîn de ye. Tirkiyê jî di rêza pêncemîn de cîh digire.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê, SANA û hinek malperên erebî, li gorî lêkolîneke navdewletî derketiye holê ku Tirkiye di rêza pêncem a welatên ku çekdar û “terorîstan” dişînin Sûriyê de cîh digire.

Li gorî nûçeyê, Tirkiyê ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha 5 hezar û 600 kes şandiye wî welatî ku hezar û 946 kes ji wan hatine kuştin.

Di nûçeyê de hat gotin ku di nav kesên ku ji Tirkiyê çûne Sûriyê, 247 tirk hebûne ku di nav wan de efser, nîşangir û serbazên normal jî hebûne.

Li gorî agahiyên SANAyê, li Sûriyê 14 hezar çekdarên çeçenî hene ku ji Çeçenîstanê derbasî Sûriyê bûne, ji wan çekdaran 3 hezar û 671 kes hatine kuştin û hezar û 395 kes jî wenda ne. Di rêza duyem de Erebistana Siûdî cîh digire ku 12 hezar çekdarên wê li Sûriyê li dijî rêjîmê şer dikin ku nêzîkî 4 hezar ji wan hatine kuştin û nêzîkî 2600 kes jî wenda ne.

Iraq di rêza sêyemîn a welatên ku çekdar şandine şerê Sûriyê de cîh digire, çimkî li 11 çekdarên iraqî li Sûriyê şer dikin ku nêzîkî 2800 kes ji wan hatine kuştin û nêzîkî 700 kes jî wenda ne.

Di rêza çaremîn de jî Libnan tê ku 9 hezar çekdarên libnanî li Sûriyê hene û ji wan nêzîkî 2900 kes hatine kuştin.

Li pey Tirkiyê, Filistîn tê ku 5 hezar çekdarên wê li Sûriyê şer dikin ku nêzîkî 2000 jê hatine kuştin û hinek jî wenda ne.

Di rêza heftem de, Lîbya cîh digire ku 4 hezar û 400 çekdarên wî welatî li Sûriyê şer dikin û nêzîkî 2900 kes jê hatine kuştin û nêzîkî 800 kes jî wenda ne.

Li gorî wê raportê, 4 hezar çekdarên Tûnisî jî li Sûriyê li dijî rêjîmê şer dikin ku nêzîkî 1300 ji wan hatine kuştin û di nav kuştiyan de 18 jin jî hene.

Di rêza nehemîn de Misir tê ku 2600 çekdarên wî welatî li Sûriyê şer dikin û nêzîkî 1900 kes ji wan hatine kuştin û 640 jî wenda ne.

Li gorî SANAyê, Ordinê jî nêzîkî 2400 çekdar şandiye Sûriyê ku nêzîkî 1600 jê hatine kuştin û nêzîkî 50 jî wenda ne.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/syria/030220145#sthash.zUiWKRv4.dpuf