– Nivîskarê rojnameya Haberturkê Nîhal Bengî Su
– Rojnemavan Şukru Kratepe
– Rojnamevanê Hurriyetê Mtehan Demçer, rojnamevan Huseyn Yayman,
– Nûnerê rojnameya Yenî Şafaq li Enqereyê Abdulkadîr Selvî
– Nivîskarê Kurd Musîn Kizilkaya
Lê heta ku Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan biryarê nede û ERÊ neke, ewê nikaribin biçin hevdîtina serokê PKK Ocalan.
Piştî ku Cîgirê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê ku wê hin rojnamevan û siyasetmedar bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêkbînin de daxuyanî da, li medyaya Tirkiyê navê rojnamevanên ku wê biçin hevdîtina Ocalan hatin belavkirin.
Li gor rojnameya Birgun, wê nûnerê berê yê rojnameya Hurriyetê Mtehan Demçr û rojnamevanê wê Huseyn Yayman, nênerê rojnameya Yenî Şafaq li Enqereyê Abdulkadîr Selvî, qunciknivîsê rojnameya Haberturkê Nîhal Bengî Su û rojnemavanê wê Şûkrû Kratepe, nivîskarê Kurd Musîn Kizilkaya wê ji bo dîtina Ocalan dê biçin Îmraliyê.
Ocalan di rêya şandên BDPê û HDPê re ji rayedarên Hikûmetê Tirkiyê xwestibû ku pêwîste rê bidin wî ku bi şandên medya û ragihandinê re hevdîtinan pêk bîne.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/080220141#sthash.jM3aqIVN.dpuf