Serrûpel Nûçe Teqînek li ber mala rêveberê TEV-DEM çêbû

Teqînek li ber mala rêveberê TEV-DEM çêbû

Belav bike

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku teqîn îro sibehê saet 8.40 bi dema Qamişlo, li ber mala endamê desteya rêveber a TEV-DEMê Ebdilkerîm Omer li çerxerêya Mesarif li taxa Kornîş pêk hat.

Teqîn di rêya bombeyekê re pêk hat ku nêzîkî 7 mitiran dûrî mala Omer hatibû danîn. Ew bombe di dema ku Omer û hevjîna xwe ji malê derdiketin teqiya, lê ew birîndar nebûn û bi tenê ziyan gihişte otombêla wan.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku di dema teqînê de otombêlek ji curê Scoda di ber mala Omer re derbas dibû û şofêrê wê bi giranî birîndar bû. Ew niha li nexweşaneyeke bajarê Qamişlo tê dermankirin.

Di 30ê tîrmeha 2013an û li heman taxa Kornîş a Qamişlo endamê desteya rêvevber a TEV-DEMê Îsa Hiso di encama teqîna bombeyeke ku di nav otombêla wî de hatibû danîn jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Îsa Hiso, Ebdilkerîm Omer li şûna Hiso wek endamê rêveberiya têkiliyên dîplomasî ya TEV-DEMê hat diyarkirin. (Rûdaw)

Îro bombeyek li ber mala endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdilkerîm Omer li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û di encam de kesek bi giranî birîndar bû.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku teqîn îro sibehê saet 8.40 bi dema Qamişlo, li ber mala endamê desteya rêveber a TEV-DEMê Ebdilkerîm Omer li çerxerêya Mesarif li taxa Kornîş pêk hat.

Teqîn di rêya bombeyekê re pêk hat ku nêzîkî 7 mitiran dûrî mala Omer hatibû danîn. Ew bombe di dema ku Omer û hevjîna xwe ji malê derdiketin teqiya, lê ew birîndar nebûn û bi tenê ziyan gihişte otombêla wan.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku di dema teqînê de otombêlek ji curê Scoda di ber mala Omer re derbas dibû û şofêrê wê bi giranî birîndar bû. Ew niha li nexweşaneyeke bajarê Qamişlo tê dermankirin.

Di 30ê tîrmeha 2013an û li heman taxa Kornîş a Qamişlo endamê desteya rêvevber a TEV-DEMê Îsa Hiso di encama teqîna bombeyeke ku di nav otombêla wî de hatibû danîn jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Îsa Hiso, Ebdilkerîm Omer li şûna Hiso wek endamê rêveberiya têkiliyên dîplomasî ya TEV-DEMê hat diyarkirin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/080220143#sthash.HwQNOuOv.dpuf