Serrûpel Nûçe Karayilan bi dizî çûye Rojava

Karayilan bi dizî çûye Rojava

Belav bike
Hevdîtin di bin ewlekariyeke xurt de li Rimîlanê pêk hat.

Di wê hevdîtinê de Karayilan ku berê berpirsiyarê PKK yê Kurdistana Sûriyê bû û ji Efrînê heta bi Sêmalka bost bi bost nas dike, li ser gelek pirsan rawestiyane, yek ji wan pirsan birêvebirina Kantonan û rewşa YPK ya eskerî bû ye.

Karayilan piştgirya xwe ji bo wan aniye ziman.

Serdana Murat Karayilan rojekê dirêj kiriye, piştre vegeriya ye Qendîlê.

Ji ber ku serdana Karayilan gelekî veşartî bû, ji aliyê kesekî ve nehate eşkerekirin.

Dema ku serokê PKK li Sûriyê bû, Murat Karayilan, li wê derê bû û xebat dikir, hem Kurdên rojava baş nas dike hem jî Kurdên rojava ji wî hez dikin, di nava şer de jî Karayilan piştgiriya wan dikir û ew nêzîkî xwe didîtin.

Ji ber ku malbata wî li ser sînorê Kobanî ye, gelek xizmên wî li Kobanî hene.

AVESTA KURD