Serrûpel Nûçe Rojnamevan Fadil Ozçelik dinivisîne

Rojnamevan Fadil Ozçelik dinivisîne

Belav bike


Faşîzm çi ye?
Li ser vê pirsê niqaş pirin û li ser nehatiye li hevkirin di qada mirovatiyê de.
Faşîzm, li gora çepbiran tarîfkirina Dimitrof e ku ew jî weha ye..
Dîktatoriya olîgarşiya hêmanên (unsûr) malî ya bêtir paşverû, bêtir êrîşkar a eşkere û terorîst e..
LI gora Rojava ya ku bi xwe xwedî olîgarşiyeke malî ye, dîktatoriyeke nijadperest û siyasi ye..
Ango li gora Rojava sosyalîzma Dimitrof bi xwe jî curekî faşîzmê ye.
Sosyalîzma yek partî jî curekî faşîzmê ye..
Bi ya min..
Çi bi navê sosyalîzmê be..
Çi bi navê Xwedayê îslamê be..
Çi bi navê milet û welêt be..
Her curê ku xwe li ser herkesê/î ne wek xwe ferz dike faşîzm e.
Kuba ya birayên Castroyan welatekî faşîst e..
Koreya Bakur a desthilatdarî ji bav derbasî kur dibe welatekî faşîst e..
Û faşîzm ji malê..
Ji dikan, supermarket an febrikaya xwe..
Ji partiyê dest pê dike û wek pêlên avê belav û fireh dibe.
Bila li bakurê Kurdistanê..
Yek partî û rêxistinek a ku ji faşîzma tirkan ne qayil e..
A ku ji nijadperestiya Hîtler gazincan dike..
A ku ji zilma meleyên Îranê naletan dibarîne..
Bêje..
Ez li mala xwe, xwe li ser tu kesê/î ferz nakim..
Li mala min..
Li partî û rêxistina min em hemû wek hev in û xwedî yek maf in.
Ez ne dê û bavê tu kesî me.
Ez ne şivan û gavan..
Û tu kes ne kêrî û dewar e..
Gelo vê gotinê kî kare bike?
Pêwistiya me Kurdan ji partî, rêxistin û dezgehên demokratîk hene..
Faşîzm, ger kêfa we ji vê gotinê nehatibe..
Otorîteya dewletên dagirker têra Kurdan dike û zêdeye jî.
Xwe li ser zêde nekin.
Wê gavê ferqeke mezin di navbera we de namîne..
Ha hûn..
Û..
Ha ew..
Ferq çi ye?
Zilm û zordarî, zilm û zordariye..
Ha ji vî alî û ha ji wî alî..
Gava ku di navbera me û dijberê me de..
Ferqek nema be..
Şans û derfeta serkeftinê jî namîne an pir û pirrrrr kêm dibe.
Ev jî..
Daxwaza dagirkeran e.
Û ji dil û can bi me re ne.
Divê..
Ne em bi wan re..
Û..
Ne ew bi me re bin.
Em ji hevdu dûr bin.
Mijar, ev e..