Serrûpel Nûçe YNK dixwaze Hikûmet piştgiriya Kantonan bike

YNK dixwaze Hikûmet piştgiriya Kantonan bike

Belav bike

Encûmena Navendî ya YNKê di daxuyaniyekî de piştgiriya xwe da her sê kantonên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û got ku berî her tiştî pêwîstiya wê rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye û divê hikûmet û hêzên siyasî piştgiriyê wê bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em hêvîdarin ev gava girîng, demokratî û dîrokî bibe mînakeke demokrasiyê ji bo hemû netewe, ol û aliyên din ên Sûriyê. Her wiha em piştgiriyekî temam didin xebata rewa ya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê”.

Di dawiya meha borî de her sê kantonên Cezîre, Kobanî û Efrînê li Rojavayê Kurdistanê hatin ragihandin.

Li her sê kantonan hikûmet û encûmenên yasdanînê (parlamento) hatine avakirin.

Di nava her sê kanotonan de ku PYDê serkêşiya wan dike, çend partiyên Kurd, Ereb û Suryanî û kesatiyên serbixwe jî hene.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê tevlî wan kantonan nebûye û gotiye “PYDê bi alîkariya çend partiyên ji xwe ve nêzîk û bêy ENKSê ew rêveberî ava kirine”. (Rûdaw)

Encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye ragihandin bike.

Encûmena Navendî ya YNKê di daxuyaniyekî de piştgiriya xwe da her sê kantonên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û got ku berî her tiştî pêwîstiya wê rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye û divê hikûmet û hêzên siyasî piştgiriyê wê bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em hêvîdarin ev gava girîng, demokratî û dîrokî bibe mînakeke demokrasiyê ji bo hemû netewe, ol û aliyên din ên Sûriyê. Her wiha em piştgiriyekî temam didin xebata rewa ya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê”.

Di dawiya meha borî de her sê kantonên Cezîre, Kobanî û Efrînê li Rojavayê Kurdistanê hatin ragihandin.

Li her sê kantonan hikûmet û encûmenên yasdanînê (parlamento) hatine avakirin.

Di nava her sê kanotonan de ku PYDê serkêşiya wan dike, çend partiyên Kurd, Ereb û Suryanî û kesatiyên serbixwe jî hene.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê tevlî wan kantonan nebûye û gotiye “PYDê bi alîkariya çend partiyên ji xwe ve nêzîk û bêy ENKSê ew rêveberî ava kirine”.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/11022014#sthash.Nh2k7hKV.dpuf