Di civînekê de ku, îro roja çarşemiyê 12.02.2014ê li bajarê Hewlêrê birêve çû, pêvajoya aşitiyê, xebatên ji bona çarserkirina pirsa kurdî li Tirkiyê tên kirin û rola herêma Kurdistanê di piştevanîkirina pirosesa aşitiyê de hatin gotûbêj kirin.
Di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser helwesta hikûmeta Kurdistanê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, weke hertim, bi wê yekê re ye ku, pirsa kurdî li Tirkiyeyê bi awayekî aşitî û bi rêya diyalogê bê çareserkirin û ji bona vê yekê jî herêma Kurdistanê bi her awayî piştevaniya wê pirosesê kiriye û dike.
Zana û Onder ku, piştî çûyîna wan a bo Îmralî û civîna digel serokê zîndankiriyê PKKê Abdula Ocelan, serdana herêma Kurdistanê kir, rêz û silavên Ocelan gihandin Nêçîrvan Barzanî û ew rola Nêçîrvan Barzanî, her ji destpêka destpêkiriba pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê, bînî bilind nirxand û daxwaz kir ku, ew li ser piştevanîkirina pirosesa aşitiyê berdewam be. Zana û Onder di axaftina xwe de behsa rola Îdrîs Barzanî (bavê Nêçîrvan Barzanî) kir ka çawa di naverasta salên heştîyan de roleke mezin û bi bandor di warê aştîbûn û yekxistina rêzên hêz û aliyên Kurdistanî de bînî.
Amadekariyên pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, bestina kongireya netewî û rewşa herêmî û tesîra rewşa hermî li ser pirsa kur mijarên din yên civînê bûn.