Endamê Desteya Reveber a KCK’ê Sebrî Ok daxuyaniyên Berpirsê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa yên li ser rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku gotibû, “ew kantonên li Rojava weke hikûmetekê nas nakin” nirxand û diyar kir ku YNK ku di nava hikûmetê de cih digire beriya niha ragihandiye ku ew piştgiriyê dide kantonan, lewma daxuyaniya dawî ya li ser navê hikûmetê hatiye kirin nakok û hevnegirtî ye.
Sebrî Ok, diyar kir ku di vê daxuyaniyê de rola PDK’ê xwedî bandor e û destnîşan kir ku her çend di vê daxuyaniyê de navê hikûmetê hatibe bilêvkirin jî, ev siyaseta PDK’ê ye. Ok axaftina xwe wiha dewam kir: “Tevî YNK û Tevgera Gorran herî kêm 13 partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin xweseriya demokratîk û kantonên li Rojava û wan nas dikin. Bi tenê PDK’ê daxuyanî neda.”
Sebrî Ok bibîr xist ku ev daxuyanî dema ku Alîkarê Hevserokên HDP’ê Sirri Surreya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana nameya Ocalan a ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî re nivîsandibû, pêşkêş kirin, hatiye dayîn, ev jî watedar e.
Sabrî Ok da xuyakirin ku di roja hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev daxuyanî da de, li Rojavayê Kurdistanê çeteyên El Qaîdeyê êrîşî gel kirine û destnîşan kir ku vê daxuyaniyê di nava Kurdan de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye. Ok got, “Azadbûna her parçeyekî Kurdisatnê gelo ne xewna gelê Kurd e? Eger bi vî rengî be, hingî ev daxuyaniya li ser navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn, xizmetî kîjan armancan dike?”
Ok, îdia kir ku roja ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew rêveberiya demkî ya Rojava nas nakin hêzên El Qaîdê êrişî gundên kurdan li Rojava kirin û wiha got: “Li parçeyekî Kurdistanê gelê me bi hêza xwe, li ber xwe daye û şoreşeke bi rûmet pêk aniye. Vîna rêveberiya xwe derxistiye holê û kantonên xwe îlan kiriye. Çima PDK vê qebûl nake? Bêguman mirov wateyê nadin vê. Kurd bêguman nikare wateyê bidin vê û jê nerazî ne. Yanî tevî Başûrê Kurdistanê azadbûna Rojavayê Kurdistanê wê zirareke çawa bide gelê Kurd? Azadbûna her parçeyekî Kurdistanê ma ne xeyala gelê me hemûyan bû? Tevahiya gelê me wê bi vê serbilind û kêfxweş nebe? Başe wê demê ev daxuyaniya li ser navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn, bi rastî jî xizmeta kîjan armancê dike? Ev daxuyanî xizmeta çi dike?”
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Sebrî Ok da xuyakirin ku yên herî zêde li dijî xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê derdikevin û nas nakin, dewleta Tirk û hêzên serdest in û got, “Gelan bi coş û heyecaneke mezin kanton pêşwazî kirin. Eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê nas nake, wê demê bi kê re di heman xetê de cih digire? Çima li hemberî azadî û nirxên gelê Kurd helwesteke dijber tê nîşandan? Ev metirsîdar û şaş e. Ya rast, hurmetdayîna ji vîna gel e.”
Ok, anî ziman ku xweseriya demokratîk û kantonên Rojava, di rêveberiya xwe ya demokratîk de de cih dide hemû gelan û komên ji baweriyên cuda û gotinên xwe bi vî rengî dewam kir: “Tevî Ereb, Asûrî û Suryaniyan, civatên cuda yên bawerî û etnîkî hene. Di komîsyonên kantonan û wezaretan de gellek mirovên nekurd hene. Nenaskirina sîstemeke ewqas demokratîk, ku dikare ji gelên herêmê re bibe modêlek, gellekî metirsîdar e. Ev yek bi kêrî berjewendiyên gelê Kurd nayê. Pêşniyara me ew e ku hîn bêtir helwesteke semîmî were nîşandan, ji vîna gelê Kurd re hurmet were dayîn û nêzîkatiyeke têgihiştî û erênî were nîşandan.”
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Ok derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de, ku demeke dirêje amadekariyên wê hatin meşandin lê belê pêk nehat de, sedema xitimandina xebatên kongreyê bi vî rengî rave kir: “Xebatên kongreya netewî berê xitimî bû. Sedema yekemîn a xetimandinê, pirsgirêka serokatiya kongreyê bû. Ya duyemîn jî delegasyon bû. Pirsgirêkên delegasyonê dibe ku bi hêsanî bihata çareserkirin. Hevserokatî jî hat pêşniyarkirin lê belê Birêz Barzanî qebûl nekir, di cih de nedît.”
Ok, da zanîn ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Barzanî de kongreya netewî ji nû ve xistiye rojevê û got, “Em hêvîdarin ku wê di vê mijarê de pêşketinên erênî rû bidin. Rêberê me ji bo yekitiya navbera Kurdan her tim ketiye nava hewldanan. Timî perspektîf afirand. Gavên pratîkî avêt. Niha jî vê berpirsyariya xwe bicih tîne.”
Ok got, “Bi zîhniyetê ku dibêje ez Rojava nas nakim re, wê kongreya netewî ya Kurd çawa bê lidarxistin, nizanim. Eger wê kongreyeke netewî ya Kurd bê lidarxistin, divê beriya her tiştî şoreşa Rojava ya gelê me bi hêza xwe pêk aniye û rêveberiya demokratîk a gelê me bi vîna xwe afirandiye, nas bike.”
Sebrî Ok da xuyakirin ku pêwîste pirsgirêkên ji ber nêzîkatiya li Rojava bên çareserkirin û got, “Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, vîna demokratîk a gel neyê naskirin, behsa kongreya neteweyî ya Kurd nikare bê kirin. Gava yekemîn û ya herî girîng a ji bo vê yekê jî ew e, ku her kes polîtîkayên xwe yên der heqê pêşketinên li Rojava de di ber çavan re derbas bike, şoreşa Rojava û xweseriya demokratîk bipejirînin û hêzê bidinê. Ancax li ser vê bingehê kongreyeke neteweyî dikare were lidarxistin. Di rewşeke berevajî de her tiştên hatine nîqaşkirin, wê bi tenê mîna nîqaşê bimînin. Nêzîkatiya li Rojava, nêzîkatiya li xweseriya Rojava û nêzîkatiya li kantonên Rojava ji bo kongreya neteweyî diyarker e. Ev ji bo PKK’ê jî, ji bo hemû komên din ên Kurd jî wiha ye. Tu dê li aliyekî vîna gelekî red bikî, li aliyê din jî behsa kongreya netewî bikî. Ev rewşeke pêkenok e û ne hevgirtî ye. Lewma em nêzîkatiya li Rojava esas digirin.”
Wî rayedarê PKKê, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurditanê jî got, “Bi partî û rêxistinên ku 5 meh in li Başûr nikarin hikûmetê ava bikin re, gelo kongreya netewî ya Kurd a ku lezgîn e û bi qasî lezgîniya wê zehmet e, çawa dikare were lidarxistin? Diyare ku ne hêsan e. Ji ber ku di vir de carina berjewendî derdikevin pêş. Hîn bêtir derdikeve pêş ka kî dê zêdetir di desthilatdariyê de cih bigire. Pirsgirêkên bi vî rengî di heman demê de nîşan didin ku kongreya netewî ya Kurd jî bi pirsgirêkên bi çi rengî dikare pêk were.” (ANF-Rûdaw)