Serokê Êzdiyan kî ye?
Leaderless-Group yan jî „pezê bê șivan”
Dawiya 2013an Zanîngeh a Artuklu ya Mêrdînê, beșa KURDOLOJIYÊ ango enstîtût a zimanên zindî, min wek axaftvan ji bona semînerekê li ser rewșa Êzdiyan vexwend. Min semîner a bi navê “Êzdiyên Mesopotamyayê – Zarokên Tawisî-Melek, li revendê șansê dawî yan tradejiya têkçûnê?” amade kir û ev bi zimanê kurdî pêșkêșî kir. Li dawiya semînerê, xwendevan û doçentên beșdar gelek pirsên girîng kirin. Lê, xortek bi dilxemginî ha axifî û pirsek bi wate kir:
“Mamoste, ez jî bi dilgeșî hatin a çenabê we silav dikim. Ez xemgînim ku wek we anî ser ziman, Kurd bi xwe jî sedemên koçberî û rewșa tradejîk ya Êzdiya ne. Ez wek xwendevanekî kurdperwer zilm û bebextiya ku li Êzdiyan hatiye kirin, bi tûndî șermezar dikim. Nezaniyê em kirin haçetê berjewendiyên bîan û dijminê koka xwe. Lê pirsa min ev e: „Serokê Êzdiyan kî ye?” Çima bê deng e an nayê dîtin?
Ya rast, ez jî bi wata vê pirsê xemgîn bûm û ji ber ku dem a me qet nemabû, min ha bersiv da: “Leaderless-Group yan jî “pezê bê șivan”. Pirsa “Serokê Êzdiyan kî ye?” ji bona fêmkirina dîrokê, pirsgrêkên î-roj û amadekirin hw. tedbîrên pêșerojê pirr girîng e. lewra ev pirs bû mijar a vê nivis a min, bi hêvî ya ku Êzdî çavdêr bin
Serok kî ne? erkên van çi ye? Serok/Leader wek nûner an berpirsyar ên rêza yekemîn tên helbijartin, erkê van ê serekî ev e ku bi hemû hêz a xwe û dilsozî berjewendiyên kom, endam an gelê xwe bi stratejî û zanyarî bișopînin û biparêzin ango pirsgrêkan çareser bikin. Haçetê vê xebatê jî “POLÎTÎK” ango sîyaset e. Polîtî peyvek yewnanî ye û dikare bi gelemperî wek “hûner û metod a birêvebirin a hemû proses û destgehên çivak û devletê ya “sîstematîk” bê nîrxandin. Pîvanên taybet yên serokatiyê û erkên kifșkirî hene. Bê guman li pêș û paș her çivatek yan rêxistinek pêșketî û serkeftî “serokatiyek” bi berz û stratejiyek siyasî heye.
Serokatî di Êzdiyatiyê de: Êzdiyatî ne ol an çandek bîan e, ev felsefa çivakî û olî ya sekûler û pazifist e û li Kurdistanê afiriye. Ji ber kû Êzdiyatî nîrxên netewa Kurd diparêze, dikare wek ol û canda Kurdistanê ya resen û netewparêz bê bi nav kirin. Lewra, Êzdî serokên Kurdistanê yên netewparêz û Kurdperwer, wek serokên xwe yên netewî qebûl dikin û diparêzin. Bi spartekên zanistê ez dikarim bi rehetî bêjim ku Êzdiyatî û “sed û hed” a Şêx-Adî sistemek parastin a berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ne, Êzdiyatî olek “YEKNETEW” e. Nimûne: Xaçparêz berê bawermendê xwe dide Qûdisê, Îslam berê bawermendê xwe dide Mek û Medînê. Lê, tenê Êzdiyatî berê bawermendê xwe dide Lalișê ango Kurdistanê. Lewra parastina Êzdiyatiyê automatic jî parastina Kurdewariyê ye. Ji ber kû asîmîlasyonek mezin, zilm û zorî li ser Kurdên resen bi hatin a Îslamê destpekir, Êzdî, ango Şêx-Adî neçar man sistemek taybet ji bona parastin a nîrxên Kurdewariyê. Sistem ji bona șopandin, parastin û pêșxistina erkên olî bi serokatiyek çîhanî û serokatiyek rûhanî hat xurtkirin. Serokê çîhanî î-roj Mîr Tahsîn Saîd Alî Beg e û ji malbata Mîr tê helbijartin. Serokê rûhanî jî Bavê Şêx e, berpirsyarê olî û heman demê jî serokê “Çivaka Rûhanî” ye.
Mîr Tahsîn Saîd Alî Beg kî ye? Mîr Tahsîn Beg kurê Said Beg û nebiyê Meyan Xatûn e, di sala 1933 li Kurdistanê ji dayik buye, nûnerê Şêx-Adî û serokê hemû Êzdiyan ê çîhanî ye û î-roj li Almanyayê dijî. Ji bilî hindek informasyonên internetê û çend hevpeyvînên di kovar an pirtûkan de agahdarîyên zelal li ser Mîr pirr kêm in. Êzdî ha jî bêtirî 80% Mîrê xwe naz nakin, nikarin xwe li ser misyon û vision a Mîr agahdar bikin, lewra herî kêm Mîr “JÎNGERΔ (Biografie) ya xwe jî amade nekirye, yan nedayê amadekirin. Di xebata lêkolînên min yên qadê (empîri) de kifș bu ku pirraniya Êzdiyên bakûr, bașûr û rojava rexnên giran li “bêdengî” a Mîrê xwe dikin.
Nimûne: “Hember hemû hewldanên tekbirinê û zorê yên devlet a Çînê, Dalai Lama erk û doza xwe bi çîhanê da nazkirin û qebûlkirin. Bê-metirsî, bi fedekarî, dilsozî û bi stratejîyek bi berz, Dalai Lama xwe kir qasidê aștiye û lobya miletê xwe yên bindest. Dalai Lama bê rawestan ji bona doza gelê xwe tedikoșe û pirr serkeftî ye.
Mîr Tahsîn Saîd Alî Beg ji bona Êzdiyan çi kir? an herî kêm çi da kirin? Dema em rewșa tradejîk û avarte ya hemû Êzdiyan binîrxînin û li kirin an hewldanên serokatiya Êzdiyan ya çîhanî bișopînin, wê deme em bi rehetî û spartek dikarin bêjin kû “Mîrê Êzdiyan erkê xwe pêk ne-anî ye”. Ne yê nûnertiya Şêx-Adî û ne jî yên parastin an çareserkirin a pirsgrêk û berjewendiyên Êzdiyan.
Ji bilî hindek “hewldanên bê bandor” ne kom an rêxistinek damezrand, ne arșivek tomar kir, ne sistemek an stratejiyek afirand, ne nivisgehek an komek șewirdar afirand an erkdar kir, û ne jî ji bona tifaqa rêxistinên Êzdiyan xebatek navdar kir. Mîr tenê wek “xerxwazekî dilovan lê bê hêz û stratejî” û serokatiyek-sembolîk hindek xebatên representative û bê protokol dimeșîne. Mixabin, ne kir û ne jî da kirin. Li dawî dixwazim bêjim: „Armanç a min ne rexnekirin a rêzdar Mîr Tahsîn Beg e, lê armança min Êzdiyên sewî ne“ an çima bavkalê me ha gotine: Here ba wî ê te digrîne – neçe ba wî ê te dikenîne!?
Beșa1emîn
Halil Savucu
Şêwirdarê çivakî / Namzetê doçentiyê
Celle, 5.02.2014
Êzdî hișyar dibin, yan winda dibin?
Serokê Êzdiyan kî ye? – Beșa 2emîn
Bi texmînan îroj tenê 600 Êzîdî li Bakurê Kurdistanê mane. Ji ber zilmê yan neçariyê gellek Êzdiyên Qafqasyayê, yên Bașûrê Kurdistanê û Rojava terka xaka xwe dikin. Êzdî li hemû çîhanê belav bûne û bi guhertinên mezin re (ne-amadekirî) rû-bi-rû mane. Li revendê welatê ku herî pirr Êzdî lê dijîn, Almanya ye, li vir (statistîkên fermî tînene) 100.000 Êzdî dijîn. Yên pêșî di salên 1964/1968 hatine Almanyayê. Lê hîn di salên 92/93yê de prosesa damezrandin a mal/komalên olî destpêdike. Îroj dor 30 rêxistin û 2 serkomelên Êzdiyan (ZYD/FKÊ) dixebitin. Îroj hejmara damezrandina rêxistinên Êzdiyan bilintir dibe. Gelo „pêvajoya destpêk a hișyarbûnê“ destpêdike?
Rewșa Êzdiyên Almanyayê – Şansê dawî yan windabûn?
Almanya di nav Yekîtiya Ewropayê de dewletek herî bi bandor û xwedî stratejîyek taybet e. Li Brûkselê bahsa „hilweșandina sînorên netewiyetiyê dike – lê, li Berlînê bahsa girîngiya parastina nîrxên netewî û makezagona xwe dike“. Angela Merkel (CDU) dibêje: „…ji bona parastin û pêșxistina berjewendiyên netewa xwe, divê em Yekîtiya Ewropayê xurt bikin, tenê bi rêça Yekîtiya Ewropayê șansekî me li hember hêz û stratejiya Amêrîka û Çînê heye…“. Otto Schilly (SPD) jî dibêje: „…entegrasyona herî baș asîmîlasyone…“. Li Almanyayê siyaseta „DEMOKRASÎ/ENTEGRASYON“ xweș peyvin, lê di pêșî de berjewendiyên çivaka serdest diparêzin. Lewra Almanya xwe wek „Zuwanderungsland“ û ne wek Einwanderungsland“ qebûl dike. Bi mekanîzmek siyasî berjewendiyên „netewî diparêze“ û bi „entegrasyona YEKHÊL“ bișaftinê, bi taybetî ya kêmnetewên bêyi lobî dișopîne. Almanya bi xwe makezagona xwe di derbarê Êzdiyan de binpê dike!
Bêtirî ji sedî 70yê Êzdîyên Almanyayê hemwelatiyên vî welatî ne, baca xwe didin û ji bona Almanyayê nikarin bibin talûke, lê dîsan jî Almanya bi taybetî Êzdiyan bi pêșderaziyan tawanbar dike. Ne netew, ne jî ola Êzdîyan qebûl dike. Bi gelemperî KURD û bi taybetî Êzdî hîna jî nebûne faktoreke siyasî, pirr kêm tên nazkirin an qebûlkirin, ji îmkanên entegrasyonê sûdê wernagirin. Nimûne: Pirraniya rêxistinên Tirk xwe bi îmkan û perên dewleta Almanyayê organise û pêșdixin.
Êzdiyan di dîroka xwe de ewqasî azadî û îmkan wek li Almanyayê tî car nedîne – lê, di heman demê de jî tî car ewqasî nêzî windabûnê nebûne. Almanya buye motorê asîmîlasyon a Êzdiyan – Gelo, çima hindek „qașo“ berpirsyar û akademîkarên Êzdiyan bûne șûrkêșê vê motora bișaftinê? Êzdiyan ev pirsgrêk analyse kirin? NA!
Bêtirî 20 sal in ku Êzdiyên Almanyayê „serokatiya xwe“ bi destên xwe, otonom ji Mîr organîse dikin. Ango, bona rewșa karesat ne tenê Mîr Tahsîn Beg berpirsyare!
Tez 1: Ne serokên Kurdistanê, ne serokên partiyên Kurd, ne Mîrê Êzdiyan, yan serokê rêxistinên Êzdiyan xwedî “xetek-sor ya parastina Êzdayetiyê” ne. Êzdî ji piștî serdema Şêx-Adî û heta îroj “Leaderless Group” in, ango li kêleka hebûna “hemû serokên xwe” hîna çivakeke bêserok in. Di bin “siya doza mezin” û xebatên amatorî hw. șopandina berjewendiyên “bîyanî” gelek çaran hindek rêxistinên Êzdiyan bi destên xwe “gurê bilûrvan kirine șivan”.
Tez 2: Li Almanyayê rêxistinên Êzdiyan hene. Lê, rêxistin/enstîtuyên Êzdiyan yên têolojîk yan partiyeke siyasî tîne ne, yên heyî ne profesyonel in. “Know how” de facto tîne yan pirr kêm e. Di 50salên revendê û 20salên xebatên rêxistinî de; ne semînereke dûnavan, raporek pisporî, hêlîn yan dibistaneke KURDÎ, malper yan nivîsgehek bi rêk û pêk hat bidestxistin. Lewra di vê qadê de dikarim bêjim “20 salên wûndakirî”.
Partiyek siyasî, helbijartina serokatiyek bi berz û xebatên profesyonel zarûrî ne!
Tenê nivê „petrola binerda herêma Şêx-Adî têr dike ku hemû mal, perestgeh û Lalișa Nûranî bi zêr bên xemilandin” û hemû Êzdiyên cîhanê dewlemend bijîn, lê HHKê Êzdiyan bi sistematîk û hindek diyariyên biçûk dixapîne. Mafê Êzdiyan piștî ewqas serpêhatî, ferman û fedekarî hîna wek yên TIRKMENÊN HHKê jî tîne ne. Eger îroj Dêra Katolîk yan jî Îslam ewqasî mezin û bi hêz in, wê demê ev “encamê stratejiyek siyasî ya avantajparêzî û JIDIL șopandina vê xetê ya serok/berpirsyarên wê“ ye.
Eger Êzdî bi dilsozî ji asîmîlasyona li revendê û bêmafî û xapandin a li Kurdistanê re bêjin „NA!“, nexwazin hîna jî parsekê maf û qebûlkirina xwe bin, wê demê divê Êzdî serbixwe û di çarçoveya berjewendiyên taybetmendiya xwe, rêxistinek nû ya sîwan û profesyonel ji bona hemû Êzdiyan damezrînin. Bi xwe bibin faktorekî siyasî û DESTHILATDAR, da ku keda wan tomar bibe û bibe DENG. An çima pêșiyan gotiye „Çavê li derî – xwelî li serî“.
Pêvajoya “tifaqa rêxistinên Êzdiyên Almanyayê” aktûel e, lê ne nû ye.
Hewldanên vê xebatê berî 20 salan destpêkirin, lê ji ber pirsgrêkên pûç bi ser neketin. Lê, Êzdî ne Êzdiyên berê ne û tevî hemû kêmasiyên xwe, bi ked û xebata xwe gellek proje û serkeftinên çivakî bi dest xistine. Ango, pêșketinek heye. Nimûne:
FKÊ – rêxistina herî bi bandor û projên pirr bi wate, wek vegera gunda, rêxistinkirna çivakê û damezrandina ÇiraTV.
ZYD – rêxistina xwedî tecrûbeyên diyalogê û projên civakî. Dema FKÊ, ZYD, G.E.A û hemû rêxistinên Êzdiyan tenê „di nûxtêyên girîng de“ ji bo vizyona pêșerojê, tecrûbe û hêza xwe bikin YEK, gelo kîjan dewlet, partî an hêz dikare mafê rewa yên Êzdiyan binpê bike, yan wan ji xwe re bike hacet? Gelo, çima Tirk dibêjin “BIR ELIN NESI VAR? IKI ELIN SESI VAR!”
Xwendevanên welatparêz, eger em nexwazin ku Êzdayetî bibe “genimê destar” ango rojekê zarokên me tenê karibin șopên Êzdayetîyê di mûzexaneyan de nasbikin, dive em tev “perçeyekî ji dîroka Kurdistanê ya herî kevnar, kurdperwer û zindî” biparêzin.
Halil Savucu
Şewirmendê çivakî / Êzdînas
Namzetê doçenti