Serrûpel Nûçe Civînên Bexdayê erênî derbas bûn

Civînên Bexdayê erênî derbas bûn

Belav bike

Di civîna navebra serokwezîrê Kurdistanê û serokwezîrê Îraqê de rewşa Îraqê û pêşhatên emnî û leşkerî yên wîlayeta Enbarê û çend deverên din yên Îraqê û rûbirûbûna  teroroê û ew gefên li ser îraqê hene hatin gotûbêj kirin û di vê çaçroveyê de serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî li ser operasiyonê leşkeriyên sopayê Îraqê bo ser grûpên çekdar li wîlayeta Enbarê li rojavayê Îraqê axifî.

Her îro, piştî civîna bi serokwezîrê Îraqê re, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re digel Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê û şandeyke bala ya Îraqê civiya.

Di civînê de her du aliyan pêşniyar û dîtinên xwe ji bona çareserkirina dosyeya neftê û pirsa budceyê, berçav kirin û Şehristanî helwesteke erînî li ser pêşniyarên şandeya herêma Kurdistanê hebû.

Di civînê de pêşniyar û pirojryên her du aliyan yên ji bona çareseriya pirsgirêkan hatin minaqeşe kirin û biryar hat dan ku, şandeya hikûmeta Îraqê encamên civînê weke raporek pêşkeşî serokwezîrên Îraqê bike û her du alî lêkolînê li ser bikin.

Dawiyê biryar hat dan ku, di demek nêzîk de her du alî bicivin û bi hev re bigihin çareseriyeke minasib ku, di berjewendiya tevaya xelkê Îraqê de be