Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan diyar kir ku her du karsazên avahiyan ên bi navê Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin gelek sixêfên xirab ji gelê Kurd re kirine û pêwîste bêne darizandin.
Tan di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de got “Ew kes dibêjin kurdê herî baş, kurdê miriye, û sixêf ji dayik û namûsa Kurdan re gotine û dengê wan jî hatiye tomarkirin”.
Altan tan destnîşan kir ku ne bese wan projeya çêkirina pira li ser bajarokê Hiskêfê û rêya Wan û Amedê birine, li Başûrê Kurdistanê jî projeya çêkirina Balafirgeha Navdewletî Hewlêrê jî standine.
Parlamenterê BDPê yê Amedê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêwîste bizanibin Ozaltin û Cengîz ên ku projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê bi milyar dolarî standine, heman kesin ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine.
Altan Tan herwiha got “Wê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan çawa Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin biparêze, eger karî careke din li ser wan veşêre, helal be jê re, wê demê ew pirojeya tirêna bilez û pira ku bi dirêjiya 1100 mitrî li ser ava bajarokê Hiskêfê dê ava bike û projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê helal be ji wan re”.
Tan bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got “Heyfa wî û Kurdistanê eger bi rastî wê projeya balafirgeha Hewlêrê bide kesên wiha ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine”. rûdaw
Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrastiyê (BDP) Atlan Tan ragihand ku ew karsazên mezin ên Tirkiyê ku sixêf û dijûn li Kurdan kirine divê bêne cezakirin.
Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan diyar kir ku her du karsazên avahiyan ên bi navê Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin gelek sixêfên xirab ji gelê Kurd re kirine û pêwîste bêne darizandin.
Tan di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de got “Ew kes dibêjin kurdê herî baş, kurdê miriye, û sixêf ji dayik û namûsa Kurdan re gotine û dengê wan jî hatiye tomarkirin”.
Altan tan destnîşan kir ku ne bese wan projeya çêkirina pira li ser bajarokê Hiskêfê û rêya Wan û Amedê birine, li Başûrê Kurdistanê jî projeya çêkirina Balafirgeha Navdewletî Hewlêrê jî standine.
Parlamenterê BDPê yê Amedê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêwîste bizanibin Ozaltin û Cengîz ên ku projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê bi milyar dolarî standine, heman kesin ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine.
Altan Tan herwiha got “Wê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan çawa Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin biparêze, eger karî careke din li ser wan veşêre, helal be jê re, wê demê ew pirojeya tirêna bilez û pira ku bi dirêjiya 1100 mitrî li ser ava bajarokê Hiskêfê dê ava bike û projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê helal be ji wan re”.
Tan bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got “Heyfa wî û Kurdistanê eger bi rastî wê projeya balafirgeha Hewlêrê bide kesên wiha ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine”.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/150220148#sthash.qekYxHbv.dpuf