Serrûpel Nûçe Nivîsa Evdila Dirêj: Cahîle

Nivîsa Evdila Dirêj: Cahîle

Belav bike


Berîya çend rojan min ev wêne dît, xwîn li min miçiqî.

Mat û gêj bûm.

Min xwest qêrîn û hewarê bikim:

Hey wax jin û zarokên me ji dest çûn!

Mîna pezên bêxwedî, gur ketine navê ew ji hev belav dikin!

Lê kî dê were hewara min di vê civaka ji min mat û gêjtir a hîpnozkirî ya di di bin şokê da.

Bi tevê wêneyê bi çend hevokan nûçeyek jî belav bibû di rojnameya Avestayê da:

 

“Bila dîmen biaxife, ev jinên ku hun dibînin, ne ji Efganistan yan jî ji bajarekê Siûdiyê ne, ew ji Batmana bakurê Kurdistanê ne.

Ew li wê derê dersên dînî dixwînin, piştre dibin alîme.
144 jinan ji wan dîplomayên xwe wergirtin û êdî nav li wan hate kirin ALÎME.”




 

(Avesta Kurd 01 sibat 2014 şemî 13:55)


Dersên dînî û îlim! Jiberkirina çend ayetên erebî û îlim!

Çi têkilîyên wan bi hev ra hene?

Heke hebana heta niha dê ji rojhilata navîn îlîm biherîkîya.

Ma ne ew welatên rojhilat in, ku heta bi asansorên xwe jî pêdivî û bendeyên îlîm û teknîka welatên rojavayî ne?

Ka tenê mînakek nîşanê min bidin, ku alemê cîhanê ji îlîm û teknîka welatên îslamî sûdeyek wergirtibe? Hişk, req, rût û çol in ew welatine, li şûna îlimê her roj xwîn ji wan diherikin, wê çi bidin cîhanê?   

Xwesma ev welat Kurdistan be, ku hiş û mejîyên mirovên wî bi îdeolojîyên Turk-îslam, Türk-kemalîzmê ji hev hatibe belavkirin.

Metirsîya senteza Turk-îslamê ne kêmtir e ji ya kemalîzmê.

Hata bi demdirêjî ji wê metirsîdartir e.

Binihêrin li wan jinan yan jî keçên xama, çavên wan jî naxuyên ji reşayîyê.

Ev çi hal e?

Ka rengînîya cilûbergên Kurdî?

Ka Kofî, fistan û dêreyên rengîn ên girêdana jinên Kurd?

Ma ev e kultura girêdana jina Kurd?

Rengê reş ê behîyê û çanda rengên kurdî?!

Her yek plakatek jî dane dest û nav lêkirine „alîme“!

Ji wan dîl û pepûkên reşgirêdayî ne “alîme” encax dê cahîle derbiçin!

Nav û hêza wan çi dibe bila bibe, hemû cemeat, terîqat, bi bawerî û îdeolojîyên tûndrew li Kurdistanê di serî da jin û zarok, geşedana kesayetîyê rawestandine.

Eynî mîna erdê welat wê ziwa û hişk kirine. 

Ev jinên reşgirêdayî li alîyekî!

Li alîyê din zarokên keç ku hîn jîyanê nenasîne, ku tên zewicandin û kuştin?

Roj nîne li Kurdistanê jinek neyê kuştin, yan jî ji zilm û zordarîya mêrî bi jehra mişkan, bi qutîyên dermanan, bi agir û ben xwe nekuje. Yan jî tên kuştin, dibêjin: “Xwe kuştîye!”

Malbat, civak û dewlet bûye zîndan ji bo wan.

Heman bajarê Batman ne tenê bi reşgirêdayîyan, bi xwekuştîyan jî navdar e.

Tenê Batman?

Na, hemû Kurdistan çav girtîye, di bêçaretîyê da bêzar xwe dihejîne.

Tekbîr û selewatan tîne. Bi “maşallahê” derewan dike û bi “înşallahê” xwe dixapîne. Duayan dike ji bêçareyîya xwe ra!

Ji Selehedînê Eyûbî vir da her ev e rewş li Kurdistanê!

Xemsarî erjeng e, valayî kûr e, zemîn guncaw e ji wan ra.

Şebeke û çeteyên tarî di bin navên „dîn” û “îman” da dikevin nava jin, zar û xortên Kurd bi rêbazên efsûn û hîpnozê wan ji hev belaûwela dikin.

Mîna pêlên avê ji wan her yek davêjin qeraxeq.

Van pêlan xwe gîhandine welatên Ewropayê jî..

Tenê ji Almanyayê bi sedan xortên Kurd hîpnoz kirine, xistine nava wan şebeke û cemeetan. Bi dehan ji wan şandine nav çeteyên El Qaide û wan li dijê miletê wan bi kar tînin. Dikin bombe û diteqînin.  

Çawa dibe, ku ev cemeet û çeteyên îslamîst li Ewropayê jî evqas rihet bi pêş dikevin?

Dibe!

Vana hem ji “azadîya” li Ewropayê sûde werdigirin û hem jî dewletên ewropî, bi taybet jî Almanya bi polîtîkayên zirav çav ji xebatên wan ra digire, ku welatên rojhilat her di nava şer û nakokîyan da bimînin, daku ew jî hukmê xwe li ser cîhanê her bimeşînin!      

Bendehewar keç û kurên me ne, ciwanên me ne! Pêşeroja me ye bendehewar!

Hewar ewqas giran e, ku di gewrîya meriv da dimiçiqe!

Bixwezî biçî hewarê ling nameşin.

Beden bûne mîna beton, mîna qeşeçîyan.

Ma wê bihara Kurdan neyê?

Belê, heke ev bêton bişikên û qeşecîya bihelin hîngî dê bihar were Kurdistanê.

…