Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya PDK-ê de hatiye belavkirin têt gotin ku “Hinek medya û berpirsên PKK-ê û PYD-ê dixwazin rastiya rewşa Rojavayê Kurdistanê veşêrin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji destpêka bûyerên Sûriyeyê ve û heta îro PDK-ê ji bo doza rewa ya kurdan li Rojavayê Kurdistanê helwêsteke netewî, Kurdistanî, demokratîk û mirovdosatne nîşan daye û li ser astê herêm, navçe û cîhanê bi hemû kanalên siyasî, dîplomatîk, medya û bi awayên fermî û nefermî piştgiriya xwe ji bo alîkarî û yekxistina gotara kurdên Rojavayê Kurdistanê nîşan daye û ev helwêst beşek e ji siyaseta PDK-ê û ev yek nayê guhertin himberê doza rewa ya miletê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê.
Berdevkê polîtburoya PDK-ê tekez kir ku “Ji niha û bi şûn de jî wekî berê em dê bi hemî şiyanên siyasî, dîplomatîk, mirovî, madî û menewî piştgiriya xuşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin û me ev yek bi pratîkî piştrast kiriye.”
Di beşeka dî ya daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku ev helwêsta PDK-ê bingehîn e û nayê guhertin û bi ti awayekî reftarên PYD-ê bandorê li ser helwêsta wan nake ku di vê dawiyê de PYD bi arasteya partiya takrewî û sepandina siyaseta “partiya qaîd” û wek partiyên totalîter, propagandayeke vala û bi piştgiriya rasterast ya hin kesên diyar di nav serkirdatiya PKK-ê de encam dide.
Cefer Êminkî behsa wan kesên di nav serkirdatiya PKK-ê de dike û dibêje:
— Ew baskê şidetperest yê di nav PKK-ê de destê xwe dixe nav karûbarên Rojavayê Kurdistanê û dixwaze bi bazarên cihê gumanê di rêya baskê xwe PYD-ê re ajandayeke dî cî bi cî bike û hemî hewlekê ji bo yekdengî û hevkariya aliyên kurdî têkdibin. Careke dî em tekez dikin ku Rojavayê Kurdistanê ne milkê partiyekê tenê ye û rêkeftina Hewlêrê çarçoveyeke minasib e bo pêkanîna komdengiya niştimanî, lewma pêwîst e ew rêkeftin bibe referansa hemî hêzên Rojavayê Kurdistanê ku PDK hemî alîkariyekê li wê referansê dike.
Di heqê Kongreya Netewî ya Kurdî de jî di daxuyaniyê de têt gotin:
— Em careke dî tekez dikin ku pêwîst e ev kongre li ser bingehê bawerî, biratî û komdengiya hêzên siyasî yên Kurdistanê bêt pêkanîn, lewma pêwîst e hemî alî bizanin ku kongreya netewî bi mercên pêşwext nayê girêdan. Eqliyeta sepandina mercan bi xwe arîşeyek e bo kongreya netewî. Lewma em tekez dikin ku kongreya netewî milkê hemî kurdan e ne bi yê aliyekî tenê ye ku bixwaze merc û edebiyata xwe bi ser de bisepîne. Pêwîst e nûnerên kongreyê, nûnerên miletê kurd bin ne nûnerên patiyekê tenê bin. Destpêkirina şerê ragihandinê li dijî PDK-ê di vê demê de, armanc jê têkdana komdengiya niştimanî ye û hewldan e bo çêkirina keleman li pêşiya kongreya netewî.
— PDK-ê berê, niha û di paşerojê de dê berdewam be li ser şopandina rêbaza kurdayetiyê û dîroka pir serwerî li Mehabad û destana Aras heta şoreşa Îlon û Gulanê û Serhildanê, baweriya xelkê Kurdistanê bi dest xist, û îro jî faktoreka siyasî ya bihêz e li ser qada navçe û cîhanê û alîkareke mezin e bo prosesa aştiyê li bakurê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, serdana Serok Barzanî ya Amedê nîşana rol û pêgeha Serok e li bakur û di nav prosesa aştiyê de. Baştir e ku ew alî li şûna propagandayên bêbingeh, bi awayekî lojîkî siyasetê bikin û hemî hewlên xwe bikin bo serxistina prosesa aştiyê. Lê diyar e aştî zirarê dighîne baskê şidetperest yê di nava PKK-ê de, lewma ew hewl didin ku prosesa aştiyê li bakur bi ser nekeve.
Di dawiya daxuyaniyê de berdevkê polîtburoya PDK-ê got:
— Em pêwîst dizanin ku raya giştî ya Kurdistanê haydar bikin ku rastiya nameya di navbera Serok Barzanî û birêz Ocalan de di rêya Leyla Zanayê re nîşana bawerî û hevdengiyê ye di navbera wan de û mafê ti kesî nîne ku li dijî vê baweriyê biaxive û hewl bide naveroka nameyê bi dilê xwe têkbide û em hemî hewlên xwe didin bo mebesta girêdana kongreya netewî, serxistina prosesa aştiyê li bakurê Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya Rojavayê Kurdistanê. nefel