DIYARBAKIR
Li Tirkiyeyê heta demeke nêz jî axaftin, perwerde û parastina bi kurdî qedexe bû, lê bi verastkirinên qismî ev pirsgirêk kêm be jî ji holê rabû.
Ev pêvajo bi bernameya partiyê ya hikûmeta AK Partiyê ve dest pê kir ku di bernameyê de firehkirina mafên demokrasiyê û azadiyê, bi ziman û zaravayên din perwerde û bi kurdî vekirina qursên taybet ve di nav 12 salan de di warê kurdî de jî geşedanên girîng dest pê kirin.
Di nav 12 salan de qursên ziman vebûn, weşan û parastina bi zimanê zikmakî, geşedanên di warê çandî û civakî de pêş ketin. Piştî verastkirinên zagonî êdî li herêma Rojhilatê Başûr Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê bi kelecan tê pîrozkirin.
Di vê warî de cara ewil di sala 2000an de bi Pakêta Hevkirinê ya Yekîtiya Ewropayê ve ji bilî tirkî weşanên bi ziman û zaravayên din jî dest pê kir.
Di nav heman salê de qursên bi ziman û zaravayên din jî dest pê kirin. Li Tirkiyeyê gava dîrokî ya duyem di sala 2004an de hat avêtin. Di TRT 3yê de nîv saet be jî bi ziman û zaravayên din weşanê dest pê kir. Di sala 2008an de jî ev geşedan ji hêla zagonî ve jî hat parastin û di radyo û televizyonên taybet de û di TRTyê de astengiyên ku hebûn hatin rakirin. Di vê çarçoveyê de di TRT 6ê de weşana bi kurdî dest pê kir. Di sala 2009an de jî êdî radyo û televizyonên taybet jî dikarin bênavber bi zimanên din dest bi weşanê bikin.
– “Li Tirkiyeyê ‘Enstîtuya Zimanên Zindî’ hat avakirin”
Di sala 2003an de Zagona Nifûsê hat guherandin û êdî welatî dikarin navên ku dixwazin li zarokên xwe bikin. Di sala 2009an de bi guherandina rêzikê ve rê vebû ku malbatên girtiyan bikaribin bi zimanê zikmakî biaxivin û rê li ber parastina bi zimanî zikmakî vebû. Di zanîngehan de dersên hilbijarte û enstîtuyên ku li ser ziman û zaravayên din lêkolînê dike hatin vekirin. Cara ewil di sala 2009an de li Zanîngeha Artukluyê ’Enstîtuya Zimanên Zindî’ hat avakirin ku tê de ev beşên makezanistê hene: Ziman û Çanda Kurdî, Ziman û Çanda Erebî, Ziman û Çanda Suryanîkî, Bernameya Lîsansa Bilind a Çand û Zimanê Kurdî û Lîsansa Bilind a Çand û Zimanê Suryanîkî. Di heman zanîngehê de di bin sîwana Faqulteya Edebiyatê de Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî vebû.
Li Zanîngeha Bîngolê jî ’Enstîtuya Zimanên Zindî’ hat avakirin ku tê de ev beş hene: Ziman û Edebiyata Kurdî, Lîsansa Bitez û Bêtez a Ziman û Edebiyata Kurdî. Di zanîngehê de beşa Makezanistê ya Ziman û Edebiyata Kurdî vebû ku girêdayî Faqulteya Fen û Edebiyatê ye. Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di bin sîwana Enstîtuya Zanistên Civakî de Makezanista Ziman û Edebiyata Kurdî, di bin sîwana Faqulteya Fen û Edebiyatê de jî beşa Ziman û Edebiyata Kurdî vebû. Li Zanîngeha Tunceliyê jî beşa Ziman û Edebiyata Rojhilatê û beşên makezanistê yên wekî Ziman û Edebiyata Zazakî, Ziman û Edebiyata Kurmancî, Ziman û Edebiyata Erebî vebûn. Li Zanîngeha Dicleyê jî di bin sîwana Enstîtuya Zanistên Civakî de Makezanista Ziman û Çanda Kurdî vebû.
– Astengiyên li pêşiya probagandaya siyasî rabûn
Di sala 2010an de di zagona partiyên siyasî de verastkirin hat kirin û astengiyên li ber propagandaya siyasî rabûn.
Di heyama 24emîn a TBMMyê de di katalogên nasandinê de li ber zimanên din kurdî jî hat bikaranîn. Ji bo welatiyên ku tirkî nizanin di xizmetên kamûyê de bi destên yekeyên îdarî ve tercumanên ku kurdî dizanin tên îstihdamkirin.
Walîtiya Diyarbekirê navenda bangê vekir û ji bo welatiyên ku tirkî nizanin personelên ku bi kurmancî û zazakî dizanin hatin îstihdamkirin. Bi guherandina rêziknameyê ve sondxwarina xwendekaran hat rakirin. Pêşî li ber hat vekirin ku navên berê bên îadekirin û li ser vê navê navçeya Aydinlara Sêrtê bû Tillo.
Wezareta Çandê dest bi weşandina klasîkên kurdî kir û Mem û Zîna Ehmedê Xanî hat weşandin. Li ser daxwaza Midûriyeta Giştî ya Şanoyên Dewletê li hin bajêran lîstikên şanoyê yên bi kurdî hatin lîstin. TRTyê bi navê “TRT Xeber” malpera nûçeyan vekir. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Pakêta Demokratîkbûnê îlan kir ku qedexeya li ser herfên “x, q, w”yê rabû. Lijneya Piştgiriya Sînemayê ya Wezareta Çan û Tûrîzmê piştgirî da kişandina fîlmên ku tê de kurdî jî derbas dibe û cara ewil fîlmê “Du Ziman û Yek Bahol” ev alîkarî sitand.
– AAyê dest bi weşana kurdî kir
Anadolu Agencyê (AA) di 100 saliya xwe de bi armanca ku bi 11 zimanan weşanê bike di 1ê îlona 2013an de bi kurdî jî dest bi weşanê kir.
Ji ber ku AA bi zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî dest bi weşanê kir, ev li herêmê ji hêla welatî û saziyên sivîl ve erînî hat dîtin. Bi vî awayî zimanên ku AA pê weşanê dike derket 6an.
Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun diyar kir ku zimanê zikmakî bi awayekî din tê meneya pirzimaniyê, di vê çarçoveyê de ji bo Tirkiyeyê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê girîng e.
Eyîgun destnîşan kir ku Tirkiyeyê ne tenê mîrateya madî, mîrateya çandî û civakî ya Dewleta Osmanî jî hilgirtiye û ziman mafekî siruştî ye.
Eyîgûn diyar kir ku li Tirkiyeyê berê zimanên zikmakî nehatine parastin, di dema Serokomar Turgut Ozal de hin tiştan dest pê kir, lê nîvco man û bi heyama AK Partiyê ve geşedanên girîng pêk hatin.
– “Kurdî wek daxwazeke îdeolojîk dihat dîtin”
Eyîgun destnîşan kir ku di gelek warên jiyanê de êdî kurdî û zimanên din tên bikaranîn û wiha got: “Bi taybetî jî pêvajoya çareseriyê rê li ber vê vekir. Li Tirkiyeyê kurdî li hin herêman wek îdeolojîk û polîtîk dihat rojevê û ne wek mafekî siruştî wek daxwazeke îdeolojîk dihat dîtin. Bi pêvajoya çareseriyê re ev nêrîn guherî. Piştî ku zanîngeh xwedî li kurdî derketin kurdî pêşveçûyîneke mezin bi dest xist.”
Eyîgun diyar kir ku ji bilî qursan li zanîngehan jî wek dersên hilbijarte kurdî jî tê xwendin û wiha axivî: “Me lîsansa bilind a bêtez a kurdî vekir û beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ava kir. Ji bo lîsansa bitez û doktorayê jî me serî li YOKê da. Piştî ku AAyê dest bi weşanê kir em ê girîngiyê bidin ku li Fakulteya Ragihandê kurdî were xwendin.”
Eyîgun destnîşan kir ku zimanê zikmakî perçeyekî mirovan e.
– Zazakî li ber wendabûnê ye
Hîndekarê Beşa Lîsanê ya Ziman û Edebiyata Zazakî ya Zanîngeha Bîngolê Murat Varol diyar kir ku li gor raporên UNESKOyê yê der barê ziman de zazakî yek ji wan zimanan e ku li ber wendabûnê ye û ji ber vê jî Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê girîng e.
Varol diyar kir ku divê zanîngeh di vî warî de bixebitin û nehêlin ku ziman wenda bibin û ev xetere ji holê rabe û wiha got: “Li Zanîngeha Bîngolê der barê zazakî û kurmancî de him di lîsans û him jî lîsansa bilind de perwerde heye. Di bin sîwana Enstîtuya Zimanên Zindî û Zimanên Rojhilatê de beşên Ziman û Edebiyata Kurmancî û Zazakî hene û perwerde tê dayîn.”
Necatî Guvençê (57) ku mamosteyê kîmyayê ye destnîşan kir ku li Zanîngeha Dicleyê beşdarî qursên kurmancî û zazakî bûye û belgeya xwe ya serkeftinê jî girtiye. Guvenç diyar kir ku piştî verastkirinên zagonî li Komîsyona Dadê sond xwariye û wek “Pisporê Zimanê Herêmî” hatiye tayînkirin.
Guvenç got ku di warê kurdî de geşedanên girîng diqewimin û wiha berdewam kir: “Berê wek zimanekî ku nayê zanîn di dadgehan de dihat qeydkirin, îro jî zimanê herî populer e. Êdî bi fermî kurdî tê axaftin. Dinya diguhere û normal e ku pêşiya kurdî vekirî be.” (AA)