Alîgirên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) dema xwestin li Urlayê buroya hilbijartinê vekin, dema komek qerebalix ji buroya hilbijartinê ya Partiya Gel ya Nijadperestan (MHP) derketin êrişî HDP’iyan kirin.
Komek din ya HDP’iyan dema êriş bihîstin ji bo piştgiriyê ji Balçovayê çûn Urlayê. Koma ku xwestin xwe bigehînin buroya hilbijartinê ya HDP’ê, dema li ber buroya hilbijartinê ya MHP’ê re derbazbûn otobusa wan dan ber keviran û rawestandin. Faşîstan bi awayek hovane êrişî otobusê kir. Di nav de Berendamê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin Îzmîrê ya HDP’ê Osman Ozçelîk jî heyî 9 HDP’yî birîndar bûn. Şahidên bûyerê dane diyarkirin ku, polîsan tenê temaşekir, mudaxele nekir.
Ji birîndarên ku navên wan hatine zanîn wiha ne: Ferhat Beyazit, rêveberê BDP’a bajar Talib Çabûk, Serokê BDP’a navçeya Bûcayê Fazli Toplayici, Nîhat Çabûk û Cemal Tekçe.
Birîndarên ku birin Nexweşxaneya Dokuz Eylul, hate ragihandin ku xeteriya 5 kesên navê wan derbazbûne nînin, li ser lingan hatine derman kirin û ji nexweşxaneyê derketine.
Berendamê Hevşaredariya HDP’a Bajarê Mezin Îzmîrê Osman Ozçelîk ku ji lingê xwe birîndarbû jî got: “Tişta îro li vir qewimî heman tişta li Roboskî jiyanbûyî bû. Xwestin me li vir lînc bikin. Polîsên ku li Kurdistanê bi top û tifengan êrişî gel dike, li vir jî mêzeyî koma nijadperest ya hewilda me lînc bike kirin. Êrişkaran bi kevirên avêtine me lingê min birîndarbû. Xwestin me di wesayîtê de lînc bikin. Me ev êriş gelek dîtine, em bi ti awayî dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
HDP’ê vekirina buroya hilbijartinê îptal kirin û vegerîn Îzmîrê.
Li Karşiyakayê jî komek ya nijadperest hewil da bi hesin û daran êrişî vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê bikin. anf