Konseya Karên Derve ya Kantona Cizîrê, ku piştî îlana Kantonên Demokratîk ji bo bi partî û tevgerên Kurd û welatên herêmê re têkiliyan deyne û rêyên diyalogê vekin xebatên berfireh dimeşîne, li dû danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û bi Hevserokên Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Xozat re hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derve Gedo di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de anî ziman ku di hevdîtinan de desteka KCK’ê ya ji bo Kantonên Xweser ên Demokratîk, têkiliyên navbera partî û tevgerên Kurd hatine rojevê.
Gedo diyar kir ku KCK’ê ragihandiye ku ew destekê didin îlana Kantonên Xweseriya Demokratîk ên li Rojavayê Kurdistanê û pêşniyar li partiyên siyasî yên ji Rojavayê Kurdistanê kiriye ku ji bo çareseriya nakokiyên navbera xwe hîn bêtir bikevin nava hewldanan.
Gedo da zanîn ku Hevserokên Desteya Rêveber a KCK’ê destnîşan kirine ku lihevkirina partî û tevgerên Kurd wê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xurtir bike û bal kişandine ser yekitiya neteweyî.
Heyeta ji Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo û alîkarên wî Şamîran Şemûn û Emîna Osê, şêwirmendê Wezareta Karên Derve Fadil Mûsa, Berdevkê Meclîsa Rêveber a Kantonê Hoşeng Derwîş û Nûnerê TEV-DEM’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, piştre çûn serdana gerîlayan. anf