Serrûpel Nûçe Berdevkê PDK: Gotinên berdevkê YPG derew in

Berdevkê PDK: Gotinên berdevkê YPG derew in

Belav bike

Rojnameya Hawlatî di hejmara xwe ya îro (25.02.2014) de hevpeyvînek bi berpirsekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê bi navê Polat Can belav kir ku Polat Can tê de dibêje, beşek ji fermandeyên wan hêzên ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li dijî YPGê şer dikin, pêşmergeyên PDKê ne.

Wî berdevkê YPGê her wiha îdia kiriye ku PDK bi rêya Tirkiyê re pêşmergeyan dişîne Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û li dijî YPGê dide şerkirin.

Li hember vê yekê, Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî di daxuyaniyekê de bersiva wî berdevkê YPGê û rojnameya Hawwlatî da. Êminkî diyar kir ku ew gotin û îdia derew û buxtan in û wiha got: “Gotinên berdevkê YPGê bi eşkere nîşan dide ku ew di nav wehm û reşkirinê de ne.”

Êminkî her wiha ji ber belavkirina wan daxuyanî û gotinên berdevkê YPGê rexne li rojnameya Hawwlatî jî girt û got, diviya Hawlatî bi awayekî berpirsiyarane tevgeriyaba û derew û buxtanên wisa belav nekiriba. Rûdaw