Serrûpel Nûçe Nedayina mûçeyan dibe sedema şer

Nedayina mûçeyan dibe sedema şer

Belav bike

Barzanî, Serbalyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Farûk Kaymakçi qebûl kir. Di malpera fermî ya Serokatiya HKIê de der barê hevdîtinê de hat diyarkirin ku Barzanî got ku ew gelekî kêfxweş in, lewra têkilêyên di navbera Tirkiye û HKIê de her diçin xurtir dibin û daxwaza wan ew e ku di navbera wan û Tirkiyeyê de bazirganî jî xurttir bibe.

Barzanî di hevdîtinê de li ser qeyrana di navbera HKIê û Bexdayê de jî sekinî û wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê tu caran li dijî Zagona Bingehîn a Iraqê tevnegeriyaye. Gavên me der barê neft û vejenê de avêtin, mafên me yên siruştî ne.”

Barzanî got ku hikûmeta Iraqê mehaneya karmendan neşand û herêmê kir bin eblûqeyê, ev tevgereke derîqanûnî ye û wiha dewam kir: “Mafê tu kesî nîne ku mehaneya karmendan nede an jî bibire. Ev tevgereke dereqanûnî ye. Em vê yekê wekî ku Bexdayê li dijî gelê Kurdistanê şer îlan kiribe qebûl dikin.”

Barzanî destnîşan kir: “Di navbera gelê kurd û şiiyan de tu pirsgirêk nîne. Sedema bingehîn a van pirsgirêkan hikûmeta Bexdayê ye.”

Di daxuyaniyê de cih dan Farûk Kaymakçi jî. Kaymakçi îfade kir ku heke herêma kurdan bi ewle be û li herêmê îstiqrar hebe dê şirketên tirk zêdetir li herêmê sermiyan deynin. Kaymakçî di dawiya axavtina xwe de got ku ew hêvî dike ku hikûmeta nû ya dê bê damezrandin bibe temîneta aramî û xweşiyê. AA