Serrûpel Nûçe Çend pêzanîn li ser Keştiya bi navê “Kurdistan“

Çend pêzanîn li ser Keştiya bi navê “Kurdistan“

Belav bike

Ew papore kete kar, heta sala 1917 gelek geşt li seranserê dunyayê kirin. Lê ew di 20. meha 9, sala 1917, 50 KM nêzîkî Girava Panteleria, bi Subamarinek Almani bi sarûxên binav ew da ber êrîşan û bin av kir!

Papora duyê ku eva di wêneyê de diyar, di sala 1928 de ji aliyê heman kompaniya Birîtanî ve hat duristkirin û navê wê dîsa lê kir “Kurdistan”.

Vê paporê gelek geşt kirin ji Çînê bigre heta Amerîka û Keneda, 13 salan kar kir wekî keştiyeke lojistikî ji bo karubarên Ceng û leşkerî.

Ew jî di 10 meha 12 sala 1941, dîsa kete ber gulebarana balafirên cengê yên Almanî li nêzîk Irlanda, saet 11:57 yê şevê binav bû.

66 leşkerên Neyvî têde bun.. 10 ji wan hatin kuştin û 56 rizgar bûn.  Ev nûçe di rojnameyan de nehate belavkirin, nehênî hate hîştin. Di dema  şer de, ji ber meselên taktîkî û stratejîk yên leşkerî.

Lê her 50 salan carekê arşîfa gelek dewletan tê aşkerekirin.

Ev wêne ji arşîva Brîtanî ye. (Hişyar Kêsteyî)