Serrûpel Nûçe Îro salvegera koça Barzanî ye

Îro salvegera koça Barzanî ye

Belav bike


Barzanî, di 14’ê adara sala 1903’yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905‘an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914’an de birayê wî[çavkanî pêwîst e] tê kuştin. Barzanî di 1931‘ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bi dest ve anîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935’an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942’an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943’an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945’an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê diket û wek wezîrê çenkê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî, di sala 1958’ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de heta xudmuxtariya 1970’yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewamkir.

Di 1975‘an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1’ê adara sala 1979an de diçe rehmetê.

Mela Mistefayê Barzanî li Barzan hat veşartin. Wikipedia