Navenda Çapemeniyê ya PYD`ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku daxuyaniya Yekîtiya Siyasî ku dibêje PYD`ê nehiştiye ku şandeya wan derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, tawanbariyên bê bingeh in û ji rastiyê dûr in.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya PYD`ê hate weşandin de ev tişt hatin gotin: “Pergala ku Yekîtiya Siyasî xwe bi nav dike der barê sedemên derengmayin û paşxistina kongreya xwe ya ku pêwîstbû di nîvê pêşî yê meha Adarê bihata lidarxistin de daxuyaniyek weşandiye û partiya me tawanbar kirine. Em wek PYD`ê naveroka daxuyaniyê, bi taybet xalên ku partiya me tawanbar dikin û girêdayî wê jî der barê mijara deriyê Sêmalka de hin agahiyên ji rastiyê dûr rêz kirine, ji hêla exlaqî û siyasî ve jî napejirînin. Her kes dizane ku kar û barên deriyê sînor yê Sêmalka ji aliyê hikûmeta Kantona Cizîrê ve têne rêvebirin û ne girêdayî partiya me ne.”
Daxuyaniya PYD`ê wiha dewam kir: “Daxuyaniya vê komê tawabariyên bê bingeh û ji rastiyê dûr in, her wiha armanca wan ew e ku tevliheviyê bikin û hin rastiyên xwe yên wek ku êdî gel wan naperjirîne, veşêrin. Nîşana vê rastiya wan jî ew e ku gelek kesayet û rêxistinên partiyan ji wan veqetiyan. Di heman demê de ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Til Berek û Til Marûfê destketiyên girîng pêk anîn, van partiyan nikarî der barê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de nêrînek hevbeş peyda bikin û binketinan dijîn.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: “Tişta balkêş di daxuyaniya vê komê de ewe ku xuya dike van partiyan dest ji xwestekên xwe yên Federalîzmê berdane, ji ber wan di daxuyaniya xwe de tenê behsa (Sûriyaya demokratîk, pir alî û parlemanî..) kirine.”
PYD`ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Eger ku nêrîn û armancên van partiyan hatine guhertin, ev girêdayî wan partiyan e û negirêdayî tu aliyên din e. Em wek navenda çapemeniya PYD`ê tekez dikin ku sedema binketina wan partiyan ew partî bi xwe ne.” ANF