Serrûpel Nûçe Serokwezîr pêşwaziya sefîrê Koreya Başûr kir

Serokwezîr pêşwaziya sefîrê Koreya Başûr kir

Belav bike

Sefîrê Koreya Başûr ku, bi minasibeta bidawîhatina wezîfeya wî li Îraqê serdana herêma Kurdistanê kiriye û xatira xwe ji berprisên Hewlêrê bixwaze, di axaftinekê de got ku, welatê wî bi çavekê mezin li têkeliyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re, bi tyabetî peywendiyên di warê aborî, bazirganî û kulturî de, temaşe dike:

– Hikûmet û serokatiya siysasiya herêma Kurdistanê roleke mezin di prastina aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê de lîstiye û Kurdistan berdwam geş dibe û pêş dikeve. Welatê me di wê baweriyê de ye ku, herêma Kurdistanê di hemû waran de dê bigehe sewîyeyek gelek pêşkeftî.

Sefîrê Koreya Başûr diyar kir ku, di nava wan du salên karê xwe yê li Bexdayê çend careke serdana herêma Kurdistanê kiriye û gelek zaniyarî li ser dîroka gelê Kurdistanê û ew nexweşî û azarên bi ser gelê Kurdistanê de ahtine zanîne û ”gelek xalên hevbeş navebra her du gelên Kurdistanê  û Koreya Başûrê de hene”.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya gel û hikûmeta Koreya Başûr kir ku, her ji sala 2003ê were bi rêya Tîpa Zeyton û Ajansa Koyka bingehek saxlem bo têkeliyên her du welatan danaye û roj bo rojê ew têkelî xurtir û berfurehtir dibin. 

Barzanî di axaftina xwe de kar û xebatên sefîrê Koreya Başûr yê Îraqê yên di dema karkirina  li Bexdayê ji bona pêşxistina têkeliyên her du aliyan bilind nirxand:

– Em dixwaz in sud ji tecrûbeya serkeftiya Koreya Başûr, bi tyabetî di warê zanistî, geşepêdna çiyanên mirovî, xwenidin, pîşesazî û çandiniyê de, werbigirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê  ji şandeya mêvan re behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên parlamnetoya Îraqê kir û got:

– Em dixwaz in hemû pirsgirêk bi diyalogê û li gor destûrê çareser bibin. Em hêvî dikin ku, hilbijartinên parlamentoya Îraqê de dema xweya diyar kirî de (30-04-2014) de bên encam dan û ew hilbijartin bibe bingeheke nû ji bo hikûmetekê ku, tabîrê ji hemû pêkhatên Îraqê federal bike û federalîzimê û mafên destûrî biparêze.