Serrûpel Nûçe Çîroka zarokên piştî enkfalkirina bavên xwe jidayik bûne

Çîroka zarokên piştî enkfalkirina bavên xwe jidayik bûne

Belav bike

 

Îxtiyar Qurtas kurê kesekî enfalkirî ye ji devera Barzanê, dibêje: “Min bavê xwe nedît û min rola bav nedizanî, ka bav çi dike ji bo kurê xwe, keça xwe û ji bo mala xwe, lê em niha tiştên ku ji dayika xwe fêrbûne em cî bi cî dikin, min qet nedît û ew hest taqî nekir ku ez bêjim kesî bavo.”

 

Hin xortên din ên zarokên kesên enfalkirî niha proseya hevjîniyê pêk anîne û navê bavê xwe danîne ser kurê xwe.

 

Hêmin yek ji wan kesane ku navê bavê xwe li kurê xwe kiriye û her dem bi “Babo” bang dike kurê xwe. Wek ku Hêmin dibêje ew dixwaze hestê ku wî nedîtiye ligel kurê xwe bijî.

 

Çîmen Ezîz jî yek ji wan keçane ku piştî enfalkirina bavê xwe ji dayik bûye, ew dibêje: “Ez her cejin têm li ser goristana kesên enfalkirî, tevî ku ez nizanim kîjan gora babê mine, lê ez hemûyan bi bab û birayê xwe dizanim.”

 

Çîmen bi dengekî kelegirî dibêje: “Dayika min ez bi keda xwe xwedî kirim, dayika min bilok dihelgirtin da min xwedî bike.” Rûdaw

Di vî fîlma dêkomêntarî de, em dê ronahiyê bixin ser jiyana kur û keçên ku piştî enfalkirina bavên xwe ji dayik bûne.

 

Îxtiyar Qurtas kurê kesekî enfalkirî ye ji devera Barzanê, dibêje: “Min bavê xwe nedît û min rola bav nedizanî, ka bav çi dike ji bo kurê xwe, keça xwe û ji bo mala xwe, lê em niha tiştên ku ji dayika xwe fêrbûne em cî bi cî dikin, min qet nedît û ew hest taqî nekir ku ez bêjim kesî bavo.”

 

Hin xortên din ên zarokên kesên enfalkirî niha proseya hevjîniyê pêk anîne û navê bavê xwe danîne ser kurê xwe.

 

Hêmin yek ji wan kesane ku navê bavê xwe li kurê xwe kiriye û her dem bi “Babo” bang dike kurê xwe. Wek ku Hêmin dibêje ew dixwaze hestê ku wî nedîtiye ligel kurê xwe bijî.

 

Çîmen Ezîz jî yek ji wan keçane ku piştî enfalkirina bavê xwe ji dayik bûye, ew dibêje: “Ez her cejin têm li ser goristana kesên enfalkirî, tevî ku ez nizanim kîjan gora babê mine, lê ez hemûyan bi bab û birayê xwe dizanim.”

 

Çîmen bi dengekî kelegirî dibêje: “Dayika min ez bi keda xwe xwedî kirim, dayika min bilok dihelgirtin da min xwedî bike.”

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0603201417#sthash.PZP5gTxe.dpuf