Serrûpel Nûçe Eger Ewropa derziyê bixe çavê Rûsya!

Eger Ewropa derziyê bixe çavê Rûsya!

Belav bike


Altirnatîvên li pêşiya elmanan ew e ku gazê ji Cezayir û Qeter bigire. Ev yek di hundirê demeke kurt de ne mumkun e, ji ber ku ew gaz bi awayekî cemidandî û li ser hev de dewisandî tê, embarên taybet girîng in ji bo wê û ew jî li Elmanya tine ne.

Heger mirov van rastiyan deyne ber çavên xwe, mirovê xweş bibîne ku Welatên Ewropa û bi taybetî Elmanya nikarin têkiliyên xwe wusa rehet rehet ji Rûsya bibirin. Kertên di destê Rûsya de ji kertên di destê Rojava de pitir in. Heger ew îro gazê li ser Ûkrayna bibire, wê Ewropî bikarin çi ji Ûkrayna re bikin? Wê Ûkraynî bi xwe çi çareyê ji xwe re peyda bikin? Rast e, Rûsya sulavên xwe yên gazê li ser Ewropa bigire wê ziyanên mezin bibîne, lê deriyê sûka çînê tim vekiriye û dikare rehet gaza xwe li wir bifiroşe.

Rûsya pê dihese ku tê xapandin û ewropî lîstikên ne paqij bi wê re dilehîzin. Berî Yanukovîç bikeve bi rojekê hemû aliyan lihev kiribûn ku reform werin lidarxistin û hilbijartin werin pêkanîn, lê belê hîn liser vê lihevhatinê re 24 saet derbas nebûyîn opozisyonê fersend dît û rojên desthilatdariya Yanukovîç bi dawî anî. Vê yekê Putîn ji qurm hejand û hişt ew bi lez û bez bikeve liveke bê firên. Wusa xûyayî ye ku wê Putîn serê xwe zû zû netewîne û ji bo bibe hevpar wê zexta xwe mezintir bike.

Di dawiyê de mirov dikare bibêje, heger Ewropa derziyê bike çavê Rûsya de, wê şûjinê di çavê xwe de bibîne. Skykurd