Helîma û Şilêr li roja 27-02-2014ê di nav goma çemê Çeqan li devera Seyîd Sadiq termên wan hatin dîtin.
Ew komîteya li ser biryara serokwezîrê Kurdistanê ji bona şopandina dosyeya kuştina Helîma û Şilêrê hatiye pêkanîn serdana Seyîd Sadiq, Erbet û Helebceyê kir û digel dadwer, dozgerên giştî, polîs û berprisên peywendîdar, ji bona wergirtina zaniyariyan civiyan.
Komîteya navborî, herwesa, serdana malbata Helîma û Şilêrê jî kir daku dîtinên wan jî li ser wê pirsê werbigirin.
Nezend Begîxanî Zend endama konseya çavdêriya jinan serokatiya wê komîteyê dike û li ser kar û xebatên komîteyê di daxuyaniyekê de dibêje ku, li gor lêkolîn û zaniyariyan her du xûşk, Helîma û Şilêr, di meha tîrmeha parsal de fayleya wan li cem polîs û dadgeha Seyîd Sadiq û senterê parastina li Silêmaniyê heye û li gor lêkolînan diyar dibe ku, aliyên peywendîdar weke pêwîst ji bona parastina canê her du xûşkan bi rola xwe nelîstîne xemsarî kirine.