Nûnerê Tirkiyeyê yê UNICEFê Dr. Ayman Abulaban nûçegihana ji AAyê re daxuyand ku şer her tim li ser jin û zarokan bandoreke giran dike û ev rewş û travma heta dawiya emrê wan jî derbas nabe.
Abulaban, diyar kir ku ji destpêka şerê sûriyeyê heta niha di nav 3 salan de qasî 6 milyon zarok zirar dîtine û wiha axivî:
“Şer bi giştî li ser 12 milyon sûriyan bandoreke nebaş kir. Di bûyerên wiha de li gor me nîvê vê hejmarê zarok in. Niha li gor agahiyên ne fermî li Tirkiyeyê milyonek sûrî hene. 400- 500 hezarên wan ji zarokên ku temenên wan di navbera 0-18an pêk tê ne.”
Abulaban, destnîşan kir ku xisara li ser derûniya van zarokan heta hetayî dewam dike û ew dibin mirovên xwedî pirsgirêk û wiha axivî:
” Zarok travmayên gelek mezin dijîn. Gelekên wan îşkence dîtin, hatin bikaranîn, bi zorê hildane leşkeriyê, ew kirin nav çeteyan. Bi milyonanzarok ji ber ku derûniya wan xirab bû, dê di pêşerojê de bibin kesên ku derûniya wan xirab e.” AA