Serrûpel Nûçe Di teqîna Qamişlo de hatine kuştin

Di teqîna Qamişlo de hatine kuştin

Belav bike

Îro, 11.03.2014, piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotêla Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û piştre teqîn di nav hotêlê de pêk hat û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ku Saziya Malbatên Şehîdan ragihandiye, navê kesên ku di teqînê de jiyana xwe jidest dane ev in:

Cîhan Murad temen 37 sal, Awaz Mehmûd Mihemed temen 23 sal, Emîne Bilal Mihemed temen 25 sal, Helebce Taha Xelîl temen 24 sal, Ferhad Ebdilezîz Osman temen 27 sal, Elaidîn Ebulîlah Osman temen 30 sal, Îbrahîm Ezîz Melek temen 52 sal, Mûse Azad Mûse temen 18 sal.

Herwiha li gor zaniyariyên ku heta niha gihîştine Rûdawê, her du kesên ku xwe di nava hotêla Hedaya, ku navenda şaredariya bajarê Qamişlo ya PYDê ye, teqandine yek ji wan bi navê Cerîh el-Cezrawî ye û yê din bi navê Ebû Mihemed el-Ensarî ye.

Herwiha Asayişa PYDê ragihand ku kesên ku êrîşa îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn “Misrî, Siûdî û Tûnisî” bûn, û wan karîn 3ê çekdaran jî bigirin.