Serrûpel Nûçe Davutoglu bi kurdî pêşwaziya Barzanî kir

Davutoglu bi kurdî pêşwaziya Barzanî kir

Belav bike

Davutoglu di dema pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî de, di axaftina xwe de behsa birayê Mistefa Barzanî Şêx Ehmed Barzanî kir, ku di sala 1932 de ji aliyê balafirên Brîtanî ve, gundên wan hatibûn bombekirin.

Davutoglu got, Hûn bi xêr hatin bajarê Wanê, ku pêşwaziya Şêx Ehmed Barzanî kiribû.

Davutoglu her wiha got, ew bi îsrarin ku sînorên di navbera Tirkiyê û Iraqê de hilweşînin, ew dîwarên psîkolojîk divê werin hilweşandin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di axaftina xwe de got guhertinên ku li Tirkiyê çêdibin, wan memnûn dikin û ew hêvî dikin ku guhertin berdewam bikin û li Iraq û Kurdistanê aştiyê jî pêk bînin.

Barzanî got, ew bi têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî, ji pêvajoya aştiyê re bibin alîkar.

Serokwezîrê Kurdistanê her wiha got ewê pêwendiyên xwe yên şandina petrolê ligel Tirkiyê berdewam bikin.