Serrûpel Nûçe Gora bapîrê Siltanê Osmanî li Kobanî di xeterê de ye

Gora bapîrê Siltanê Osmanî li Kobanî di xeterê de ye

Belav bike

Li ser nûçeyeke ku çekdarên DAÎŞê devera Qereqozak a ser bi Kobanî li Rojavayê Kurdistanê xistine bin destê xwe û dest danîne ser gora Sultanê Osmaniyan Şah Silêman li wê derê, Davutoglu got ku çi êrîşek were ser wan ewê bersivê bidin û bi her awayî wê gorê biparêzin.

Gora Şah Silêman ku gaziyekî Osmaniyan e û di nava axa Rojavayê Kurdistanê de ye, li cihekî bi navê Qereqozaq ku li ser çemê Firat e, hatiye avakirin.

Leşkerên Tirkiyê bi berdewamî wê gorê û axa ku li ser hatiye avakirin diparêze û weke axa xwe dibîne.

Davutoglu got “Ew ax, axa Tirkiyê ye û li gor peymaneke navnetewî ku di sala 1921 de hatiye îmzekirin ew bi fermî bûye axa Tirkiyê li derveyî sînorê Tirkiyê”.

Davutoglu herwiha berdewam kir û got “Çi hêzên dewletê, çi jî hêzên grûpên din, eger ew ziyanekê bigihînin wê gorê, dê bersiva Tirkiyê tund be”.

Di sala 1938 de li kêleka wê gorê, qereqoleke Tirkiyê hate avakirin. Rûdaw

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got ku wan ji bo parastina gora Şah Silêman a li devera Qereqozaq a ser bi herêma Kobanî ve hemû tedbîr standine.

Li ser nûçeyeke ku çekdarên DAÎŞê devera Qereqozak a ser bi Kobanî li Rojavayê Kurdistanê xistine bin destê xwe û dest danîne ser gora Sultanê Osmaniyan Şah Silêman li wê derê, Davutoglu got ku çi êrîşek were ser wan ewê bersivê bidin û bi her awayî wê gorê biparêzin.

Gora Şah Silêman ku gaziyekî Osmaniyan e û di nava axa Rojavayê Kurdistanê de ye, li cihekî bi navê Qereqozaq ku li ser çemê Firat e, hatiye avakirin.

Leşkerên Tirkiyê bi berdewamî wê gorê û axa ku li ser hatiye avakirin diparêze û weke axa xwe dibîne.

Davutoglu got “Ew ax, axa Tirkiyê ye û li gor peymaneke navnetewî ku di sala 1921 de hatiye îmzekirin ew bi fermî bûye axa Tirkiyê li derveyî sînorê Tirkiyê”.

Davutoglu herwiha berdewam kir û got “Çi hêzên dewletê, çi jî hêzên grûpên din, eger ew ziyanekê bigihînin wê gorê, dê bersiva Tirkiyê tund be”.

Di sala 1938 de li kêleka wê gorê, qereqoleke Tirkiyê hate avakirin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/14032014#sthash.JU5NDYrJ.dpuf