Serrûpel Nûçe PKK zewac serbest kir…

PKK zewac serbest kir…

Belav bike

PKK bi tundî li dijî zewacê disekinî, kesên ku zewicandiî tevlî wê dibûn, ew ji hev cuda dikirin, her wiha kesên ku pêwendiyên wan yên evîndarî hebûn, yan jî şubhe diçûn ser wan ku pêwendiyeke evîdanrî di navbera wan de heye, lêpirsînê di derbarê wan de dest pê dikir, dihatin mehkemekirin û cezakirin.

Gelek kadroyên PKK çi li ser çiyan, çi jî yên di nava bajaran de, dema ku dilê wan dixwest jî, newêribûn eşkere bikin ku ew dixwazin bizewicin, di nava PKK de, zewac rengekî xiyanetê bû.

Jêderekê ku ji ber sedemên ewlekariyê em nav eşkere nakin, ji nava PKK ji AVESTA re diyar kir ku di vinîneke berfereh de, ku serokatiya PKK jî, weke Cemîl Bayik, Murat Karayilan, Duran Kalkan û Mustafa Karasu têde amade bûne, li ser pirsa zewaca di nava PKK de hatiye rawestandin, biray hatiye standin, kadroyin ku pêwendiyên wan yên evîndarî hene, dikarin bizewicin, lê bi şerê ku sîstema di nava PKK xerab nekin û ew zewac tesîreke nebaş li ser karê wan neke.

Piştî wê biryarê, kadroyên ku pêwendiyên wan hene, ew pêwendî ji hevalên xwe yên herî nêzîk re eşkere kirine û êdî zewaca xwe kiriye legal.

Lê ji ber şer û mercên taybet yên di nava PKK de, ew nikarin weke jin û mêr bijîn, nikarin zarokan çêbikin û nikarin taybet di malekê de bimînin. Lê êdî dikarin sembolîk jin û mêr bin û kesek nikare li dijî pêwendiya wan ya evîndarî derkeve.

Keçeke ku di nava PKK de berpirsiyareke STAR bû (Rêxistina Jinan) ji AVESTA re diyar kir ku dema ku ew di nava PKK de bû ew zewicî bû, wê zewana xwe bi kadroyekî re eşkere kiribû, her kesî ew zewac qebûl kiribû û li dij dernediketin, kesên din jî weke wan hebûn, hem jin û mêrên hev in, hem jî kadro bûn.

Heman jêderê ji AVESTA re diyar kir ku Cemîl Bayîk ji wê biryarê re ne pir germ bû ye û gotiye ku biryareke ne di cih de ye û ew bawer nake ku biçe serê, ji ber ku ew di dema şoreşê de ne, zewac ne exlaqê şoreşgeran e.

Li gor wê jêderê, hem li Qendîlê hem jî li cihên, din hejmareke mezin ji kadroyan hene, êdî jin û mêrên hev in û weke berê PKK li dijî wê yekê nasekine û êdî qebûl kiriye.

AVESTA KURD