Dostekî hunermend Siyamend Oskullî bi navê Evdoyê Heseno ji bajarê Stenbolê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku Oskullî di keştiya ku di deryaya Îce de binavbûye xeniqî.
Heseno diyar kir ku ewê termê Oskullî li bajarê Bodrûm yê Tirkiyê werbigre û pişt re wê veguhêze herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê.
Hunermend Siyamend Oskullî di sala 1972an de li bajarê Kobanî jidayikbûye, 2 albomên wî yên stranan bi navên (Dîlbera Min û Cara Dawiyê) hene.
Di roja 17 Avdarê de di ava derya navbera bajarê Izmîrê yê Tirkiyê û cezîra Samos a Yonanistanê xeniqî. Rûdaw