Serrûpel Nûçe Pismanê Esed li Laziqiye hate kuştin

Pismanê Esed li Laziqiye hate kuştin

Belav bike


Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA’yê di nûçeyekê de ragihand ku li bajarê Laziqiyê di pevçûnên li bajarokê Keseb ê girêdayî bajaêr de Fermandarê Parastina Niştîmanî yê herêma Laziqiyê Hîlal El-Esed ku pismamê Serokê Sûriyê Beşar El-Esed, hate kuştin.

Der barê çawatiya kuştina Hîlal El-Esed tu agahî nehatin bidestxistin.

Li bajarokê Keseb a girêdayî Laziqiyê çekdarên îslamî yên radîkal di bin navê hemleya El-Enfal de hewl didin ku peravên rojavayê Sûriyê bixin di bin kontrola xwe de û ev çend roj in şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên radîkal de rû didin. anf