Serrûpel Nûçe Salih Mislim: Îran piştgiriya DAIŞ nake

Salih Mislim: Îran piştgiriya DAIŞ nake

Belav bike

Bi gotina heserokê PYDê, welatên Siûdiye, Qeter û Tirkiyê piştgiriya temam ji grûpa DAÎŞ re dikin.

Di rojên borî de, çavkaniyên nûçeyan bal kişandibûn ser nameya Newrozê ya Salih Mislim li bajarê Dosêldorfa Alamaniya û ragihandibûn ku hevserokê PYDê hikûmetên Îranê, Tirkiyê, Siûdiyê û Qeterê bi piştevaniya DAÎŞê tohmetbar kirine.

Di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re Mislim red dike ku wî Îran di rêzên welatên ku piştevaniya DAÎŞê dikin danabe û dibêje wî di merasîma Dosêldorfê de behsa Îranê nekiriye û tenê amaje bi wê yekê kiriye ku Siûdiyê, Qeter, Tirkiyê û vê dawiyê jî hikûmeta Sûriyê bi dayina çek û cebilxaneyê û şandina tankan alîkariya grûpa DAÎŞê dikin.

Di meha tebaxa 2013an de Mislim serdana paytexta Îran Tehranê kir û piştî hevdîtinên ligel rayedarên Îranê ragihand ku derbarê dijîtiya hêzên radîkal û selefî de ligel rayedarên Îranê guftûgo kirine.

Bi gotina hevserokê PYDê roleke girîng a Îranê di pêşhatiyên siyasî yên Sûriyê de li xwe digre û herwiha dijîtiya hêzên radîkal û selefî dike ji ber ku ew grûp jî dijîtiya Şî`e û Elewiyan dikin û ev yek jî weke sedema jihevnêzîkbûna xwe û hikûmeta Îranê nirxand.

Hêzên Opozîsyona Sûriyê, hinek welatên herêmî û rojavayî Tehranê bi piştevaniya Beşar Esed û dijîtiya neyarên wî tometbar dikin.

Hikûmeta Îranê jî bi awayekî aşkere piştevaniya xwe ji hikûmeta Esed re derdibre û opozîsyona vî welatî bi “terorîst” binav dike û di heman demê de Siûdiye, Tirkiyê û welatên Rojava û bi taybetî Amerîka bi hewldana rûxandina rejîma Esed tometbar dike. Rûdaw

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim dibêje ku ew Îranê nadeyne nav rêzên wan welatên ku piştevaniya neyarên Kurdan û bi taybetî grûpa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dikin.

Bi gotina heserokê PYDê, welatên Siûdiye, Qeter û Tirkiyê piştgiriya temam ji grûpa DAÎŞ re dikin.

Di rojên borî de, çavkaniyên nûçeyan bal kişandibûn ser nameya Newrozê ya Salih Mislim li bajarê Dosêldorfa Alamaniya û ragihandibûn ku hevserokê PYDê hikûmetên Îranê, Tirkiyê, Siûdiyê û Qeterê bi piştevaniya DAÎŞê tohmetbar kirine.

Di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re Mislim red dike ku wî Îran di rêzên welatên ku piştevaniya DAÎŞê dikin danabe û dibêje wî di merasîma Dosêldorfê de behsa Îranê nekiriye û tenê amaje bi wê yekê kiriye ku Siûdiyê, Qeter, Tirkiyê û vê dawiyê jî hikûmeta Sûriyê bi dayina çek û cebilxaneyê û şandina tankan alîkariya grûpa DAÎŞê dikin.

Di meha tebaxa 2013an de Mislim serdana paytexta Îran Tehranê kir û piştî hevdîtinên ligel rayedarên Îranê ragihand ku derbarê dijîtiya hêzên radîkal û selefî de ligel rayedarên Îranê guftûgo kirine.

Bi gotina hevserokê PYDê roleke girîng a Îranê di pêşhatiyên siyasî yên Sûriyê de li xwe digre û herwiha dijîtiya hêzên radîkal û selefî dike ji ber ku ew grûp jî dijîtiya Şî`e û Elewiyan dikin û ev yek jî weke sedema jihevnêzîkbûna xwe û hikûmeta Îranê nirxand.

Hêzên Opozîsyona Sûriyê, hinek welatên herêmî û rojavayî Tehranê bi piştevaniya Beşar Esed û dijîtiya neyarên wî tometbar dikin.

Hikûmeta Îranê jî bi awayekî aşkere piştevaniya xwe ji hikûmeta Esed re derdibre û opozîsyona vî welatî bi “terorîst” binav dike û di heman demê de Siûdiye, Tirkiyê û welatên Rojava û bi taybetî Amerîka bi hewldana rûxandina rejîma Esed tometbar dike.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/260320145#sthash.fiqeJ3dc.dpuf