Serrûpel Nûçe Kalkan: Divê Kurd xwedî li Kobanî derkevin!

Kalkan: Divê Kurd xwedî li Kobanî derkevin!

Belav bike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser êrîşên demên dawî yên li hemberî Kantona Kobanê û diyar kir ku ev êrîş êrîşên namerdî û zalimane ne. Kalkan da zanîn ku berxwedana li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê berxwedan û sekna herî rewa, demokratîk, mirovane û azadîparêz a dîrokê ye û cangoriyên berxwedana Kobanê û Rojava bi rêzdarî bibîr zanî. Kalkan berxwedana li Rojava jî ji dil silav kir.

Kalkan diyar kir ku divê her kes zanibe hêzên êrîşî Rojaa û Kobanê dikin êrîşî Sûriyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn dikin û anî ziman ku her çend yên êrîş dikin çeteyên DAIŞ’ê bin jî, bê şik û guman yên li pişt wan paşverûtiya herêmî û global e. 

Dûran Kalkan da zanîn ku parastina Kobanê û tevahiya Rojava parastina mirovahiyê ye û got, “Ev yek wezîfeya her kesî ye. Di serî de jî wezîfeya gelê Kurd û ciwanên Kurd e. Rojavaya azad rûmeta mirovahî û gelê Kurd e.”

Kalkan axaftina xwe wiha dewam kir:

“Li ser vê bingehê bang li tevahiya mirovahiya azad û bi rûmet, hemû hêzên demokatîk ên herêmû cîhanê dikim ku destekê bidin berxwedana Rojava. Bang li gelê Kurd û ciwanên Kurd dikim ku bi berxwedana Rojava re hîn bêtir di nava yekitî û piştevaniyê de bin. Rêveberiya me bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê kir ku tevli parastina Kobanê û Rojava bibin. Xwest bersiv ji banga seferberiyê ya YPG’ê re bê dayîn. Bêguman divê keç û xortên li Bakurê Kurdistanê di parastina Kobanê û rojava de wezîfeyê bigirin ser milê xwe. Pêwîste qadên mîna Riha û Dîlok vê yekê bikin. Tê zanîn ku çete ji van herêman derbasî Rojava dibin.

Careke din şehîdên Kobanê bi rêzdarî bibîr tînim, berxwedana Kobanê silav dikim.” abf