Serrûpel Nûçe Başûrê Kurdistanê ji bo Kobanî dimeşe

Başûrê Kurdistanê ji bo Kobanî dimeşe

Belav bike

Biryar e îro saet 4ê êvarê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û li ser banga çend rêxistinan ciwanan, xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî û li dijî êrîşên DAÎŞê bo ser wê herêmê bê lidarxistin.

Herwiha wê sibê li bajarê Hewlêrê jî ji bo heman mebestê, xwepêşandanek bê lidarxistin.

Xwepêşandana li Hewlêrê ku wê sibê yekşemê saet 5ê êvarê destpêbike, li ser banga 5 partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Ciwanên Kurd e, lê her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ku wê di 5ê nîsanê de kongreya xwe li dar bixin, tevlî banga xwepêşandanê nebûne. Rûdaw

Ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî ku ev çend hefte ne rastî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) tê, biryar e li bajarên Silêmanî û Hewlêrê 2 xwepêşandan bên lidarxistin.

Biryar e îro saet 4ê êvarê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û li ser banga çend rêxistinan ciwanan, xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî û li dijî êrîşên DAÎŞê bo ser wê herêmê bê lidarxistin.

Herwiha wê sibê li bajarê Hewlêrê jî ji bo heman mebestê, xwepêşandanek bê lidarxistin.

Xwepêşandana li Hewlêrê ku wê sibê yekşemê saet 5ê êvarê destpêbike, li ser banga 5 partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Ciwanên Kurd e, lê her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ku wê di 5ê nîsanê de kongreya xwe li dar bixin, tevlî banga xwepêşandanê nebûne.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/29032014#sthash.l3JAgrqZ.dpuf