Besê Hozat: Wê berxwedan berferehtir bibe
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat peyama serokê PKK Abdullah Ocalan a li Newroza Amedê nirxand û diyar kir ku di vê peyamê de hişyariyên cidî li dewleta Tirk û AKP'yê hatiye kirin. Hozat da xuyakirin ku diyaloga veneguhere muzakereyan ti wate û giraniya xwe nîne û got, "Bêguman ev rewşeke nû ye. Di vê rewşê de Kurd wê ji neçarî li çareseriya xwe ya derveyî dewletê bigerin û dê çareseriya xwe bi xwe biafirînin. Ev jî tê wateya berxwedan û têkoşîneke berfireh li her qadê."
Barzanî amadeye piştgiriya rojavayê Kurdistanê bike
Berpirsiyarê dosyaya rojavayê Kurdistanê di serokatiya herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî, di di derbarê tehdîdên hêzên çekdarên yên Îslamî yên tundrew li ser rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku serokatiya herêma Kurdistanê her demê amade bû ye û amade ye alîkariya rojavayê Kurdistanê bike.
Başûrê Kurdistanê ji bo Kobanî dimeşe
Ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî ku ev çend hefte ne rastî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) tê, biryar e li bajarên Silêmanî û Hewlêrê 2 xwepêşandan bên lidarxistin.
Sîrwan Rehîm dinivisîne…
Ez li Amedê me, alan bajar xemilandine, propagendeyayên hilbijartinê kolan û cade tije kirine. Lê Amed bajarek e, bê ku aliyek ji hilbijartinê bê xem tevlî hilbijartin dibe û ji encaman jî li gor berjewendiya xwe bawer e. Amed, dilê zindî yê kurdistanê ye, mîna ku beşek berfereh ji kurdên bakur dibêjin, di hemû hilbijartinan de piraniya deng û reng her deng û rengê kurd e, her deng û rengê dilekî ye ji bo aştî û ji bo azadî berdewam lêdixe.
Hevpeyvîna serokwezîr ligel TRT-6
AVESTA KURD - Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya bakurê Kurdistanê de ji bo bajarê Wanê, hevpeyvînek ligel televîzyona TRT6 ku bi kurdî weşanê dike kir.
Asayîşa PYD meşa piştgiriya Kobanî qedexe kir
AVESTA KURD - Biryar bû îro li rojavayê Kurdistanê li bajarê Dirbêsiyê, xwepêşandanek ji bo piştgiriya Kobanî li darkeve.
Kalkan: Divê Kurd xwedî li Kobanî derkevin!
AVESTA KURD / Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bûyerên di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de ji ANF'ê re nirxand.
Heleb: Dayîkek zarokê xwe difroşe
AVESTA KURD (HELEB) / Li Heleb li taxa Şêx Meqsûd ku piraniya nişteciyên wê Kurd in û pirçîbûn û perîşaniyeke mezin lê heye, dayîkek derketiye pêşiya deriyê xwe û zarokekî xwe difroşe, ji bo ku her du zarokên xwe yên din bi nan bike, wan xwedî bike. Meclîsa Gelî li wê taxê mudaxele dike û nahêle ku ew zaroka xwe ya li ber şîr bifroşe.
Hemê: YPG nikare bi tenê rojava biparêze
Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û Endemê desteya siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Ismaîl Hemê ji Rûdawê re ragihan ku ENKSê ti bersiv li ser banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ên girêdayê PYDê derbarê rewşa Kobaniyê de ne dane.