Sekreterê berê yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad ragihand ku heta niha Yekîtiya Siyasî ti stratîjiyeke siyasî û mekanîzmeke kar ji xwe re amade nekiriye. Li ser lihevnekirina her du encûmenên Rojava jî Murad wiha got: EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê.