Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S, Mûstefa Cumaa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro, 07.06.2014, demjimêr 11:00 Komîteya Navendî ya PDK-S li ser pirsa hilbijartina sekreterê partiyê û polîtbûroya wê dicive.”
Mûstefa Cumaa ragihand jî ku hemjarek kes hene xwe ji bo posta sekreterê PDK-S kanîdîd kirine, lê wî diyar nekir bê ew kes kîne.
Ji aliyek din ve Cumaa diyar kir ku “Hin endam nerazîbûna xwe li ser encamên hilbijartinên Komîteya Navendî di kongreyî de dane xuyakirin, lewma dê di civîna îro de li ser vê pirsê jî bê rawestandin.”
Wek mînakê jî Cumaa wiha got: “Di kongreyê de jinek bi navê Necah Fendî hebû ku 164 deng bidestxitibûn û nebû endama Komîteya Navendî, lê di himber de hinek zilam hene ku 140 deng bidestxistine û bûn endamê komîteyê.”
Herwiha wî endamê Komîteya Navendî ya PDK-S got: “Li gorî peyrewa navxwe ya PDK-S, nabe kesek ku temenê karê wî yê hizbî kêmtir ji 12 salan be, xwe ji bo Komîteya Navendî kandîd bike, lê niha 3 kes di nava Komîteya Navendî de ku ev mercê han di wan de peyda nabe, lewma dê pirsa wan jî bê gotûbêjkirin.”
Derbarê awayê hilbijartina plîtburoya PDKê û sekreterê wê jî, Mûstefa Cumaa wiha diyar kir: “Dê Komîteya Navendî bi piraniya 50+1 ji dengan sekreter û polîtburoyê hilbijêre.”
Roja 3ê mehê li hola Seid Ebdulla li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna 643 endaman kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd li Sûriyê, ku ji 4 partiyan pêk dihat, birêve çû û doh, Yekşemê, bi damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê, bidawî hat.
Di vê kongreyê de gelek nerazîbûn û nakokî di navbera endamên kongreyê de li ser pirsa cihê mayîna sekreterê PDK-S, derket.
Di demekê de ku piraniya endamên kongreyê daxwaz dikirn ku sekreterê PDK-S, li Rojavayê Kurdistanê bimîne, serkirdeyên her çar partiyên nava Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokarata Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê, ev yek qebûl nedkirin.
Lewma kongre bi hilbijartina 51 endamên Komîteya Navendî bidawî hat, bêy ku pirsa cihê mayîna sekreterê PDK-S bê yek alî kirin. Rûdaw