Serrûpel Nûçe PYD li Silêmaniyê Rojnamevan Biradost Azîzî da girtin

PYD li Silêmaniyê Rojnamevan Biradost Azîzî da girtin

Belav bike
Biradost Azîzî, ji ber ku di nivîsên xwe de PYD rexne kiribû, nûnertiya PYD li Silêmaniyê li dozgeriyê li wî gilî kiribû û ew rexne weke teşhîrekê dîtibû. Dadgehê ew li Silêmaniyê girt û şande zindanê.

Dadwer her wiha di biryara girtina wî de gotibû ku ew bi qaçaxî di sala 2004 de derbasî Kurdistanê bû ye, lê ev 10 salin ku ew li Kurdistanê ye, nêzîkî 10 salan ew li Silîmaniyê mabû û di vê derbarê de tu doz li dijî wî nehatibûn vekirin.

Bradost Ezîzî, di sala 2004 de, li Şamê li zanîngehê beşê ragihandinê dixwend, piştî serhildana Qamişlo ew ji zanîngehê hate avêtin, piştre ew û grûpek xwendekarên zanîngehê li ser vexwendina sekreterê giştî yê YNK hatibûne herêma Kurdistanê û wî xwendina xwe ragihandinê li Silêmaniyê dewam kirbû.

Demekê ew li wê derê di ragihandinê de xebitî bû, piştre ew hatibû Hewlêrê û heta roja girtina xwe di Rûdawê de kar dikir.

Bradost Azîzî dibêje, sedemên girtina wî siyasî ne.

Biradost Azîzî ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Dirbêsiyê ye.

Roja 07.04.2014, seet 18.30 bi dema Hewlêrê, heval, dost, hevpîşe û rojnamevanên Kurd wê li pêşiya parlamentoya Kurdistanê kom bibin û doza azadkirina Biradost Azîzî bikin.