Serrûpel Nûçe Akif Hasan li ser kolandina “Xendekê“ dinivsîne

Akif Hasan li ser kolandina “Xendekê“ dinivsîne

Belav bike

Gelo yên vê hêlehêlê dikin qet sînorên kurdistanê bi herêmên din ên Îraqê re dîtine? Gelo dizanin çend xendek li wir hatine kolandin? Hewlêr bi sedan kîlometre ji Rojava Dûr e, lê bi sedan kîlometre bi dehan xendek li dora wê jî hatine kolandin. Gelo ew jî li hember kurdên Rojava ne? Gelo ew dizanin çiqas van xendekan can li Başûr parastine, çiqas êrîşên têrorîstan rawestandine?

Çima meseleyeke ewlekariya hundirîn ya Başûr dikin mijareke siyasî û mejî û rihê gelê me yê feqîr bi propagandeyeke ziwa bombebaran dikin? Bi dehan mirovên niyet xebîs sûdê ji tevlîheviya li ser sînor digirin û derbasî herdu aliyan dibin. Hem derbasî Rojava dibin û ziyanê digihînin gel û şervanên YPG’ê, hem jî derbasî Başûr dibin û li wir ji bo çalakiyên têrorê komên biçûk biçûk avadikin. Gelo çi ziyana vê xendekê li gelê Dêrika Hemko, an jî li gelê Rojava dibe? Ma dibe herkes bi kêfa dilê xwe here û were, kûderê re bixwaze wi re derbas bibe? Çima em ewlekariya bi milyonan mirov li vê hêlê û li wê hêlê ciddî nagirin? Mirov nikare bi mejiyê tevgeran welat û dewletan biparêze. Parastina canê mirovan û berjewendiyên gel berpirsiyartiya herî mezin e.

Urdun li hember têrorê bi her awayî sînorên xwe kontrol dike û ta niha bi dehan têrorîstên bi bombe û bi çekan girtine. Libnan ta niha bi dehan girtine, bi dehan teqîn hatine pêkanîn û di encama wan de bi dehan mirov hatine kuştin û bi sedan hatine birîndarkirin. Gelo wê şaş be ew sînorên xwe asê bikin û gelê xwe biparêzin?

Sînorê Başûr bi Rojava re tev 25 kîlometre ye. Ji van 25 kîlometreyan 17 km tên xendekkirin û 8km weke berê dimînin. Gelo ev 8km ne bes in ji bo çûyîn û hatina mirovan?

Her roj bi hezaran mirov welatê xwe berdidin; gellek ji wan mal û milkên xwe difiroşin ereban û bazdidin. Gelo ji vê koçberiya bêpergal xetertir tiştek heye? Tiştê kemera erebî di 40 salan de nekarî bike niha bi dilfirehî em bi xwe dikin. Rast e li welat birçîbûn, tazîbûn û feqîrtî li ser jiyana milet diçêre lê nabe mirov bihêle welatê mirov bibe çolistana bê mirov. Em kurd di demeke wusa de ne, divê em tam piştgiriya hev bikin, piştgiriya ketiyan bikin, ji bo welatê xwe bernedin û bikaribin li ser xaka xwe bijîn. Ev ne kêliya ku em berê tîrên xwe bidin hev û li ser xendekokan şer bikin.

Dubare dikim, ziyana vê xendekê weke serê derziyê ji kesekî li rojava re tine ye, wê demê şermeke mezin e mirov wê bike mijara mirovan û gel tev bi wê ve mijûl bike. Çima em berê gel ji mijara wî ya sereke diguherin? Kî ne yên vê riyê nîşanî PYD’ê dikin? Armanca wan ji vê yekê çiye?

Bi dehan ciwanên başûr dikevin nav DAIŞ û li Rojava şer dikin. Bi dehan ciwan van rojan ji malên xwe dûr dikevin, ji nîşkan ve winda dibin. Ma mafê başûr tine ye li hember vê xeterê tedbîran bistîne? Ev tedbîr weke ku ji bo Başûr in ewqas jî ji bo Rojava ne. Serokê herêmê bi xwe şexsî ji Îmamê mizgeftan xwest di xutbên xwe de li hember tevlîbûna ciwanan nav refên DAIŞ’ê derkevin, ji wan xwest bidin nîşandan ku şerê li hember kurdan heram e.

Heger em xêra kurdan li vê hêlê û li wê hêlê dixwazin divê em ji herkesî bixwazin tenê li deriyê fermî re derbas bibe, divê em rê nedin mirovan kengê dilê wan xwest û çawa dilê wan xwest wusa eware li sînoran bidin.

Propagandaya bêberpirsiyar, tenê dîwarên kîn û nefretê di hundirê gelê kurd de li hember hev bilind dike. Siyasetên teng in û ji berjewendiyên gelê kurd dûr in. Kî çi dibêje bila bêje, kî çi dike bila bike, Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava pişteke stratejîk e û divê gelê me yê Rojava vê yekê zelal bizane. Divê siyasetên partiyan yên ziwa nekaribin bikevin navbera me. Skykurd