Serrûpel Nûçe “Gelê Kurd wê PDK efû neke”

“Gelê Kurd wê PDK efû neke”

Belav bike

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa DIHA, got ku ew  kolandina xendekan qebûl nakin û kesên ku şaştiyan bike gel wan efû nake û divê rêz ji gelê Kurd û Kurdistanê re were girtin.

Muslim, got ew tu maneyê nade êrîşên PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê li dijî gelê Kurd li rojava û ji PDK xwest ku piştgiriya gelê Kurd bike li rojavayê Kurdistanê.

Mislim bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên PDK derkevin û li hember kolandina xendekan bêdeng nemînin.

Salih Muslim li ser avabûna Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) diyar kir ku ew partî pir bi zorê hatiye avakirin û bi weşandina dolaran hatiye avakirin. Tiştek di bin vê yekê de heye, ev jî nêzîkatiyekî şaş e. Em dixwazin gelê me bi hev re û bi yekitiyekî xurt li hemberî neyarên xwe rawestin, neku bi dolaran û fermanan bibin yek. Yekîtiya ku heta niha çêbûyî, tiştên wiha di nav de tine ne. Lê ev ji gel dûr ketine û ne di xema gel de ne. Gelê Rojava dîroka xwe ji nû ve dinivîsîne û ew jî ji vê yekê dûr in. Dixwazin keda gel bidizin an jî dixwazin xwedî li tiştekê derbikevin ku neyê wan be.”

Muslim bang li PDK-S’ê kir û wiha got: “Pêşniyara min ji wan re ew e ku ligel gelê xwe yek bin û xwe nêzîkî gel bikin. Mirov bi helwesta wan nagihe ti cihekê. Ango bi pere, dolar û çekên xwe fermanên xwe li ser gel ferz bike. Li Rojava sîstemek tê avakirin û me dixwest ew jî parçeyek ji wê sîstemê bin. Di nava wê sîstemê de partî û azadî jî heye. Yasayên kantonan tên avakirin, her kes dikare bi ciwanî nêrînên xwe bîne ziman. Pêşiya wan jî nehatiye girtin û em hêvîdar in ew jî para xwe ji demokrasiya li Rojava heye bigirin.”

Hevserokê PYD’ê bal kişand ser armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê û got: “Başûrê Kurdistanê welatê me ye. Em ji bo hinek hevdîtinan hatin û me serdana xebatkarên xwe yên li vir jî kir. Karê me li çi cihekî welatê me hebe, emê biçin.”

Derbarê hevdîtinên ligel Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yên li Silêmaniyê jî Salih Mûslim ev agahdarî dan: “Hevdîtinên me yên ligel YNK’ê dostanî bûn. Me li ser rewşa ku gelê me di nav re derbas dibe, nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Em bi her awayî jî piştgiriyê dixwazin. Di qada navneteweyî de ezmûnên YNK’ê hene û ji yên PYD’ê zêdetir in. Ji bo em bikarin sûdê ji ezmûnên wan jî wergirin. Nêrînên wan jî di vê çarçoveyê de bûn.”

Li ser pirsa ‘Di wan hevdîtinan de YNK’ê ti helwestek li ser kolandina xendeqan nîşan neda?’ hevserokê PYD’ê wiha got: “Me li ser vê mijarê neaxivî. Lê helwestên YNK, Tevgera Goran û PÇDK’ê li dijî vê yekê ne. Ez di wê baweriyê de me hinek çalakiyan bi hev re organize dikin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim li ser pirsa ‘Ti hevdîtinên we ligel PDK an jî hikûmeta Herêma Kurdistanê çênabin?’ wiha got: “Ti hevdîtinên me çênebûne. Di bernameya me de tine ye em hevdîtinek wiha çêkin.” Rûdaw – DIHA