Serrûpel Nûçe Parka Ahmet Kaya li Silêmaniyê hate vekirin

Parka Ahmet Kaya li Silêmaniyê hate vekirin

Belav bike

Şaredariya Silêmaniyê ji bo ku navê Ahmed Kaya her bijî navê wî li parka ku nû hat avakirin, kir.

Park li taxa Tû Melik ya li rex li gundê Alman e. Qîza Ahmed  Kaya Melis û xanima wî GultanKaya beşdarî merasima vekirina Parka Ahmed  Kaya bûn.  GultanKaya li vir axivî got: “Ahmed  Kaya got ‘Ez ê bêm welatê xwe’, îro hat Silêmaniyê. Hêro Îbrahîm Ehmedê bû wesîleya hatina wî, ez li vir li ser navê Ahmed Kaya û hemû hezkiriyên wî, sipasiyên xwe pêşkêşî Xanima Hêro û hemû erkdaran dikim.”

Kayayê got ku navê Ahmed Kaya dane parkeke Silêmaniyê û ew bi vê gelekî kêfxweş bûne û wiha dewam kir:

“Em hemû pê dizanin ku ji ber Ahmed  Kaya xwedî li nasnava xwe ya çandî derket, çi hat serî. Di bîra me ya hevpar de ev heye. Kaya ji xweza û axê pir hez dikir. Ew zarokê ji bajarêkî biçûk bû. Ji bo min jiyandina navê wî pir girîng e. Dê zarok li parkê bilîzin û dîroka hunermendê parkê fêr bibin. Vekirina parkê ji bo min pir bi rûmet e, ez pê pir hestyar bûm.”

Xanima Serokomarê Iraqê Celal Telebanî Hêro Îbrahîm Ehmed, endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK), hin hunermend û gelek welatî beşdarî merasima vekirina Parka Ahmed Kaya bûn. AA