Serrûpel Nûçe Amerîka piştgiriya însiyatîva Nêçîrvan Barzanî dike

Amerîka piştgiriya însiyatîva Nêçîrvan Barzanî dike

Belav bike

Dicivînê de ku, îro roja çarşemiyê 16ê nîsanê li bajarê Hewlêrê birêve çû û kosulê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê û hijmareke bepirsên sefaretxaneya Amerîkayê a li Îraqê amade bûn,  rewşa Îraqê a siyasî û emnî, hilbijartinên parlamentoya Îraqê û hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdsistanê ku, biryare di dawiya vê mehê de bên encam dan hatin gotûbêj kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, giringe hilbijartin û pirosesa dengdanê di rewşeke aram û bê piroblem de birêve biçin.

Pirosesa pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê û danûstandinên Partiya Demokrata Kurdistanê weke partiya yekemîn digel aliyên din yên kurdistanî ji bona damezrandina kabîneya heşetem  ku hemû alî beşdariyê tê de bikin û li gor hêvî û daxwazên xelkê Kurdistanê bibe di civînê de hate behis kirin.

Têkeliyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû û di vê çarçoveyê de  serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser helwestê hikûmeta Kurdistanê kir ku, dixwaze hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê digel Bexdayê çareser bike.

Li dor dosyeya neftê jî, sefîrê Amerîkayê piştgiriya welatê xwe ji bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina giriftariyan û gihiştina çareseriyekê ku, di berjewendiya hemû îraqiyan de be diyar kir û sipasiya helwestê hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, hertim xwestiye pirsgirêkan bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bike.

Sefîrê Amerîkayê di axaftina xwe de însiyatîva serokwezîrê Kurdistanê ya ji bo hinartina 100 hezar bermîlên neftê di rojekê de  bi pêngaveke posetîv wesif kir.