Siyasetmedarê kurd û serokê berê yê ENSê Ebdilbasit Seyda, di rûpela xwe ya Facebookê de gotarek belav kir û ragihand, Rojhilata Navîn di nav guhertinên diramatîk de ye û Herêma Kurdistanê jî di navenda van bûyeran de ye.
Ebdilbasit Seyda, anî ziman, Barzanî û Herêma Kurdistanê ji ber helwesta xwe ya derbarê şoreşa Sûriyê û pirsa kurd li Sûriyê rastî hêrs û êrişên alîgirên rêjîma Beşar Esed tên.
Wî siyasetmedarê kurd alîgirên rêjîma Beşar Esed ên ku êrişî Barzanî dikin wiha bi nav kir: Ew kes û aliyên ku êrişî Barzanî dikin çarenivîsa xwe bi rêjîma serkutker a Sûriyê ve girêdane, rêjîm jî pişta xwe bi Hizbullaha Libnanê, koma Ebûlfezil El Ebas, DAIŞ û PYDê ve girêdide û ev jî wek roja ron eşkere ye.
Tê zanîn ku Ebdilbasit Seyda siyasetmedarekî kurde ji Rojavayê Kurdistanê ye û sala 2012an wek serokê ENSê hatibû hilbijartin. rûdaw