Serrûpel Nûçe Her du serokwezîr li Enqerê civiyan

Her du serokwezîr li Enqerê civiyan

Belav bike

Hevdîtin li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê, ji çapemeniyê re girtî pêk hat û nêzikî saetekî dewam kir.

Erdogan û Barzanî diyar kirin ku ew bi biryarin ku xurtkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bidomînin û pêşve bibin. Erdogan diyar kir ku wan ev biryara xwe hem ji rêvebiriya navendê ya Bexdayê û him jî Amerîkayê re bi awayekî eşkere diyar kirine.

Li gor agahiyên Serokweziriyê di hevdîtinê de pêwendiyên herdu welatan û pirsgirêkên herêmê hatin axaftin.(AA)