Serrûpel Nûçe PDK û PYD di şerê Xendekê de çi ji hev dixwazin?

PDK û PYD di şerê Xendekê de çi ji hev dixwazin?

Belav bike

Di van rojên dawiyê de, kolandina xendeka di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de, bûye sedema derketina gelek pirsgirêkan di navbera PDK û PYD de.

Ew xendek çima tê kolandin, û kolandina wê bi rastî gelê Kurd perçe dike? Kengî gelê Kurd bû ye yek, heta ku xendek wî perçe bike?

Gelo armanca kolandina wê rê li ber girtina li hember qaçaxcî û terorîstan e, yan jî armanceke wê ya siyasî heye?

PYD çima li hember disekine û bi sedan hevalbendên xwe dişîne ser sînor û ew bi kevir û daran êrîşî pêşmergeyan dikin?

PDK dibêje, PYD alîkariya grûpên terorîst dike û rê ji wan re vedike ji bo ku werin li başûrê Kurdistanê bi êrîşên terorîstî rabin, çima ew riyên fermî ku Sêmalka ye bi kar nayne, radibe xwedî li riyên qaçaxciyan derdikeve.

PYD jî PDK tewanbar dike û dibêje ew û partiya Erdogan AKP, di xendekan de bûne yek û wê gelê Kurd PDK efû neke.

Ev agirê di nava PDK û PYD de wê kengî vemire, wê kî vemirîne?

Mêvan:

Sebest Lezgîn: Berpirsioyarê Liqê 8 yê PDK
Barzan Îso: Rojnamevan

Temaşe bikin