Serrûpel Nûçe Gabriel Garcia Marquez wefat kir

Gabriel Garcia Marquez wefat kir

Belav bike

Gabriel José García Márquez (* 6’ê adarê1927 li Aracataca, Magdalena, Kolombiya) nivîskar û rojnamevanekî Kolombiyayî yê navdar e. Sala 1982‘î Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye.

Perwerdeya dadnasiyê dibîne, lê bidawî nake. Dest bi nivîskariya birêkûpêk û pisporî dike. Ji aliyekî ve jî di nava refên pêlên çepgiriya Latîn Amerîka de cihdigire. Di bin bandora nivîskarên wekî Ernest Hemingway, James Joyce, Virginia Woolf, William Faulkner û Franz Kafka de maye. Sala 1954’î de bi pisporî dest bi xebata rojnamegeriyê dike. Helbest û çirokên xwe di rojnameyan de diweşîne. Derdikeve gerên mezin û cîhana xwe berfireh dike. Romanên wî ji çar aliyên cîhanê, bala ciwanên kedkar û bindestan dikişîne. Sala 1997‘î ji bo xatirê 70 saliya wî, “Sala Gabriel José García Márquez” hat binavkirin.

Gelek ji pirtûkên wî ji bo kurdî jî hatine wergerandin (wikipedia).