Akdogan ku gelekî nêzîkî Erdogan e, got daxuyaniyên BDP yên weke mafê xweserî, standina beşên Kurdan ji petrolê li Tirkiyê, jehrê dixin ser pêvajoya aştî û çareseriyê.
Li ser azadkirina Ocalan, Akdogan got, Ocalan pirsa azadkirin û derketina xwe ji zindanê nayne rojevê, naxwaze. Yên BDP ji şah, bêhtir şahîtiyê dikin ji bo ku xwe li cem xelkê meşhûr bikin.